Ev bi salan e ku bi navê „cejna zarokan“ şanoyeke xapandinê li Tirkiyê li dar e. Li pey ku wan li ser xwîn, ked, xwêdan û sermaya kom, civak, gel û neteweyan hîmê dewleta xwe danîn, roja 23 avrêla 1921 an yeksaliya civîna meclisa Tirk a(qaşo) mezin cara yekem di bin serenavê „cejna netewî“ de pîroz kirin. Di sala 1927 tan de jî navê vê li ser daxwaziya Mustafa Kemal kirin „cejna zarokan“. Di sala 1935 an de jî bi carê ve bi niyeteke xirab navê „serweriya netewî“  (Hakimiyet-i Milliye) pêve hate zeliqandin.
Ma serweriya gelekî ya li ser xwîna gelan dikane bibe cejna zarokan? Ev tiştên wiha sosret û dijberê xwezayê tenê li Tirkiyê diqewimin. Em hinek li bingehê vê cejnê, yan jî bingehê ku ew bi vê cejnê dixwazin ku manîpûle bikin, binêrin:
Tê zanîn ku 24 Avrêlê 1915 dan de biryara kujeriya ermeniyan û derêsînorkirina wan hatibû girtin. Li ser wê biryarê bi sedhezaran zarokên ermenî-suryaniyan hatin qetilkirin, sêwi û perîşan hatin hîştin, jenosîdeke derê mirovahiyê hate pêkanîn. Gelo ji bo vê rastiyê veşartinê rojek berê vê rojê kirin cejna zarokan?
Di destpêka sala 1926 an de serhildana Agiriyê destpêkiribû û hetanê 1930 kudandibû. Di vê serhilana hêviya gelê Kurd de bi hezaran zarok hatibûn qetilkirin, bi dehhezaran zarok jî birçî û sêwî hatibûn hîştin. Gelo lema navê wê cejnê di wê kêliyê de kirin cejna zarokan?
Baş tê zanîn ku di sala 1935 an de kujeriya Dêrsimê hatibû plankirin, daku bikanin tevahiya Kurdistanê bikin bin serweriya xwe ya xwînin û bêbext. Di wê kujeriyê de ne tenê mirovên mezin, bi dehezaran zarok jî hatin kuştin, sêwî û birçî hîştin, heta hinik jî hatin revandin. Gelo ji bo vê xwînxwariyê, ev serenavê „serweriya netewî“ li vê cejnê hate zêdekirin?
Ev cejin, ne tenê li ser vê bingehî xwînin û dijmirovî hatiye îlankirin. Xwediyê armanceke gelek xiniz e jî. Di vê cejnê de bi mîlyonan alên serweriya Tirk hildigirin, Delîndez bi sirûda wan a netewî dest pê dikin. Heman demê di cejnê de tenê helbest û stranên nijadperestî, peyamên şovenên faşîst ên ku hestê nijatperestî radike çargavê, têde gelên cînar û yên hatî qetilkirin tê biçûkxistin, tê xwendin. Bi wê awayî giyana zarokên hê rastiyan nizane celb dikin, mêjiyên wan dişon. Lema jî ev wek cejneke dagirkirina mêjiyan jî tê zanîn.
Ev cejn, li Kurdistanê sêzde guleyên li ser sînga Ugur Kaymaz, topa cestê Ceylana hêvî tijî parçe kir, qundaxa tifingên tîmên wan ên bê îman ê ku serê zarokên Kurdan parçe dikin, li ber çavên cihanê milê zarokan şikandinê ye.
Ev cejn, ji bo xapandin û bîrkirindayîna êrişên polêsên wan ên heroj li kûçeyên bajarê me bi tonan bombeyên gazê direşînin, bi dehan zarokên me ji me bi awayeke bêbext distînin, hemû kuçe û xaka me di bin jahrê de difetisîne, tê pîrozkirin.
Gelo ev cejn, cejna li ser axîna bi hezaran zarokên bê mal û star, bê hezkirin û bê germahiya sînga dayîkê li kûçeyan tînerê dikişîne, bê hêvî û bê war di sermayê de di qutifin, di germê de li kuçeyên betonkirî difetisin, hatiye danîn?
Ev cejn, ji bo ji ber çavan veşartina rastiya bi dehezaran zarokên li kûçeyên bajarên Tirkiyê jî, bi copên polêsên ji zebaniyan fetullahî û zabitayên şaredarên AKP yî tên qewitandin, tên girtin û tên sotin, hatiye li darxistin.
Ev cejn, ji bo manîpulekirana rastiya ku salên zarokan mezinkirin, daku bikanin îdam bikin; xwendekarên bi guleyên polêsê AKP yî tên kuştinê, tê li darxistin!
Ev cejna xapînok, ji bo ji bala cihanê veşartina bi hezaran zarokên bi awayekî bê dadî hatine girtin, bê parastin û piştekê di binê zerandina êşkence û zilma zebaniyê AKP - fetulahî de dinalin, tê pîrozkirin.
Ev cejn ji bo ku bikanin perdeyekê bikişînin ser bêdadiya dadgehên ku di bin destên dozgerên fetullahiyên bêîman ên ku ji bo zarokên neh- deh salî, sih salî cezayê girtigehê dibirin, tê pîrozkirin?
Ev cejn, ji bo ku bikanin destdirêjahiya li ser zarokên girtî wek li girtîgeha Pozantiyê ji bîran paqijkirinî tê pîroz kirin?
Ev cejn, ji bo ku bikanin zarokên Roboskiyê yên bi fermana serokwezîr bi bombardûmana balafiran hatine parçekirin, bidin ji bîrkirin, tê pîrozkirin?
Ev cejn, ji bo ku yekitiya gelan, aşitiya nava gelan, piştgiriya kedkar û belengazan, biratiya gelên bindest pêkneyê tê pîrozkirin?
Mirov dikane vê lîsteyê hê berfirehktir û dirêjtir bike. Lê ev çend mînak bi serê xwe tenê jî, rastiya sextekariya li darxistina cejneke wiha xiniz li berçavan radixîne. Dema mirov li vê rastiyê dinêre; ew gotina wan ya „Cejn hatiye çi ji min re!“ tîne bîra mirovan. Lê rastiyekê jî heye; hîna bi mîlyonan mirovan rastiya vê sextekariya cejnê fêm nekirine. Serweriya gelekî ku ne li dij dagirkeran hatibe bi destxistin, li ser xwîna gelan bi dest ketibe, ew ne serweriyeke pîrozkirinê ye, ew li benda şermezarkirinê ye.