Piştî karesata Cotmeha par a li Girava Lampedusa ya Îtalyayê, ku di encamê de 360 kesan jiyana xwe ji dest dan, bandora polîtîkayên parastina sînoran ên YE di komkujiyan de hatibû rojevê.

Di lêkolînên tora UNITED de, ku ji nêzî 560 saziyên sivîl ên civakî pêk tê, derket holê ku hejmara koçberên jiyana xwe ji dest dane gelekî zêde ye. Di lêkolîna UNITED'ê de derket holê ku hejmara penaberên ji destpêka vê sedsalê ve jiyana xwe ji dest dane 23 hezar e û ev yek jî bi 5 hezarî ji hejmara Yekitiya Ewropayê aşkera kiriye, zêdetir e.
Rojnamevanê Fransî Nicolas Kayser-Bril ê di lêkolînê de cih digire da xuyakirin ku koçberên li ser rêya Ewropayê jiyana xwe ji dest dane, hin ji wan di daneyan de cih girtine hin jî nehatine dîtin. Kayser-Bril got, "Me bi vî rengî tespît kirin ku hejmara qurbaniyan ji yên tên zanîn gelekî zêdetir e û me nûçeyên rojnameyan û agahiyên ji çavkaniyên din bi hev re nirxandin." Kayser-Bril bal kişand ser nakokiya navbera hejmara her du çavkaniyan.
Berdevka Komîseriya Karên Hundir a Komîsyona Ewropayê Michele Cercore ji televîzyona Deutsche Welle ya Alman re axivî û îdîa kir ku cudahî-zêdehiya navbera hejmaran, bi hejmarên Yekitiya Ewropayê re ne nakok e.
Rojnamevan Nicolas Kayser-Bril jî da zanîn ku rayedarên Yekitiya Ewropa û welatên endam, der bareê hejmara koçberên li ser rêya Yekitiya Ewropayê jiyana xwe ji dest dane, xwedî agahiyeke zelal nîn in. Kayser-Bril got, "Hem li nava Yekitiya Ewropayê hem jî li nava gelek dewletan em bi gelek navgînên fermî re ketin têkiliyê. Û me dîtin ku haya kesî ji hejmara koçberên jiyana xwe ji dest dane nîne, ev jî cihê mixabîniyê ye."

Armanc parastina YE ye

 Polîtiya Yekitiya Ewropayê ya li ser penaberan, di salên dawî de rastî gelek rexneyan tê. Tevî ku Yekitî heta niha timî gotiye 'ew dixwaze jiyana penaberan biparêze' jî tedbîrên tund digire ku rê li ber mirina bi hezaran koçberan vedike. Polîtîkaya herî girîng a dewletên endam; ne parastina penaberan, parastina yekitiyê ji pêla penaberan e.
Bi mekanîzmaya kontrola sînor a YE, ku navê Eurosur lê tê kirin û her tim bi teknolojiya herî nûjen tê meşandin, penaber hînê xwe negihandine sînorê Yekitiyê tên astengkirin. Ji ber vê yekê ji xw Yekitiya Ewropa êdî weke 'Kaleya Ewropayê' tê binavkirin.
Polîsê Sînor ê Ewropayê (Frontex) jî bi tedbîrên werdigire jî, dibe sedem ku ev komkujî zêde bibin. Frontex di fermiyetê de tevî parastina sînoran, rizgarkirina koçberên di deryayê de bi mirinê re rû bi rû ne, wezîfeya xwe ye. Lê belê ji karesatên tên jiyîn diyar dibe ku parastina sînorên Yekitiya Ewropayê weke wezîfeya xwe ya bingehîn dibîne. Bi tenê di karesata Cotmeha par a li girava Pampedusa de 360 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn û ev karesat bi tenê çend sed metre dûrî erdê rû dabû.
Ji rêveberên tora UNITED'ê Geert Ates destnîşan kir ku polîtîkaya Yekitiya Ewropayê ya parastina parzemînê ji koçberan, di mirinan de rolê dileyze.
Ates got, Bi kîjan rê be jî, wê penaber her tim werin. Pirsgirêk ew e, ku ev rê çiqasî xetere ye û gelek ji wan çima jiyana xwe ji dest didin."
Ates da zanîn ku guhertina polîtîkaya penaberiyê ya YE ne bendewariyeke xweşbîn e û destnîşan kir ku ya ji bo Ewropayê girîng, girtina sînor e.
Di civîna bilind a navbera YE û welatên Afrîka ya 2-3'ê Nîsanê de helwesta bi endaze ya nûnerên Yekitiyê bal dikşand. Nûnerên Yekitiyê her çend îdîa kirin ku dixwazin karesatê mîna Lampedusa di dema pêş de asteng bikin jî, agahî nedabûn ku wê kîjan tedbîran bistînin û ji çend kesan re rêya koçberiyê veke.

LONDON