23 Nîsanê paşîva Remezanê ye
RAMAZAN MARANKOZ
Rojiya meha Remezanê ya misilmanan nêzîk dibe û ji ber şewba koronayê mizgeft deriyên wan dadayîne. Serokê Giştî yê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ehmed Tûrhlalî got, “Em malên xwe bikin cihê xweşiyê, bikin cihê îbadetê.”
Misilman wê 23ʼê Nîsanê pêncşemê bi paşîvê re rojiya meha Remezanê bigirin. Heta 24ʼê Gulanê ango roja pêşî ya cejna Remezanê, ew ê rojiya xwe bigirin. Ji ber şewba koronayê li Ewrûpayê û li gelek deverên cîhanê îbadetxane deriyên wan dadayîne. Wer xuya ye ku heta ev tehlûke hebe jî wê deriyên wan asêkirî bimînin.
Sohbet û xwendina Quranê ya online
Li Ewrûpayê bi qasî 70 mizgeft û nûneriyên CÎK'ê hene. Me ji serokê CÎK'ê Hafiz Ehmed Tûrhallî pirsî ka ew ê meha Remezanê çawa derbas bikin.
Tûrhallî bi bîr xist ku di şertên normal de ew îbadet û terawîhên xwe yên Remezanê li mizgeftan dikin, lê îsal wê nikaribin van erkên xwe pêk bînin. Tûrhallî got, "Em ê hewl bidin bi teknîkê xwe bigihînin mizgeftan û dîsa îbadetên xwe bi hev re bikin. Em hewl didin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi derfetên online em ê sohbet bikin û Quranê bixwînin. Îsal hinekî şikestî be jî em ê Remezanê bi eşq û şewqeke mezin li malên xwe pêşwazî bikin û em ê malên xwe bikin îbadetxane û cihê xweşiyê.”
Tûrhallî di dawiyê de ji Xwedê xwest meha Remezanê ji bo her kesî bi xêr û xweşî be, û duayên her kesî qebûl bike.
Tûrhallî xwest her kes xwe ji vê musîbeta koronayê biparêze û ji bo bi dawî bibe, her kes dua ji Xwedê re bike.