Fermandarê HPG´ê Mehmet Can Gurhan bi navê nas (Reşît Êrsî) ku nêzî 23 sal berê beşdarî nav refên PKK’ê bû, 19’ê mijdara 2012’an di pevçûneke li Oremar ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû. Gurhan ji gundê Êrsî yê navçeya Dihê ya Sêrtê ye. Gurhan dema beşdarî nav PKK’ê bû hevsera xwe ya ku sal û nîvekê zewicîbûn û kurê xwe yê ku hê nû hatibû dinyayê li pey xwe hiştibûn û çûbû. Dayika Fatma ya ji dema ku çûye kurê xwe qet nedîtiye dibêje: “Bila pêvajoya aşityê dom bike.”


‘Li paşxwe mêze kir û çû’

Dayika Gurhan diyar dike ku kurê wê canê xwe ji bo gelê xwe feda kiriye û dibêje: “Roja kurê min çû ez gelekê şa bûm. Bêyî ku bi me bide fêmkirin, xatir ji me xwest. Berî ku biçe jî digot dinya bi mirin e. Lê me fêm nedikir ku ev xatirxwestineke e. Dema çû min du caran gazî kirê. Min got: Tu diçî ku derê? Lê ti bersiv neda min. Tenê li paşxwe nêrî û çû.”

‘5 xaniyên me şewitandin
Dayik Gurhan destnîşan dike ku piştî kurê wê çû bi çend rojan xaniyên wan yê li gund ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin û wê rojê wiha tîne ziman: “Em giş li jêra gundê me kom kirin. Xaniyê me û yê pênc malbatên din ku zarokên wan jî tevli PKK’ê bûbûn dan ber êgir. Wan em li derveyî gund kom kiribûn û haya me ji ti tiştî tinebû. Piştî ku malên me şewitandin em berdan û çûn.”

‘22 salin em li Konyayê ne’

Yadê Fatma diyar dike ku piştî ku xaniyê wan hate şewitandin 15 rojan li şkeftan jiyane û wiha pêde çû: “Leşkeran ji me re xeber şand gotin, ‘Serê leşkerekî me jî biêşe berpirs hûn in’ Li ser vê yekê em paşve vegeriyan gund. Carek din êrîş kirin. Me karî tenê du rojan bimînin û me gundê xwe terk kir em çûn Dihê. Li Dihê jî me her tiştên xwe firotin û em çûn Konyayê. Ev 22 salin em li Konyayê ne. 
Dayika gerîla Gurhan xwest ku pêvajoya çareseriyê dewam bike.

‘Min soz da hevserê xwe’
Hevsera Mehmet Can Gurhan, Hayriye Gurhan ku tenê sal û nîvekê zewicî ma û hevserê wê beşdarî nav refên PKK’ê bû destnîşan dike ku hevserê wê kesekî gelekî baş û wiha pêde çû: “Min nizanibû ewê here. Wê roja ku çû gelekî kêfxweş bû. Cil û bergê neteweyî ku dabû çêkirin li xwe kirin û çû. Ji min re got ‘Lixwe baş binêre’ û çû. Lê min nizanibû ku ev xatixwestinek bû’. Lê dema ku ez hîn bûm ew beşdarî nav HPG’ê bûye min jî soz da xwe ku ezê her dem bihêz bim. Dema hevserê min şehîd ket jî min hêza xwe wenda nekir. Ji ber ku min soz dabû wî.Gurhan diyar dike ku kurê wê bavê xwe nedît û mezin bû. Ev ji bo zarokekî gelekî zor e. Hayriye Gurhan dibêje: Aliyek min xemgîn e, lê aliyek min jî dilxweş û bextewar e. Ji ber ku ew ji bo dozek pîroz ji bo gelê xwe şehîd ket.

DİHA/SÊRT