Bi pêşangiya Navenda Çalakiyên Hunerî ya Perwerdeya Rojava ya Silêmaniyê, pêşangeheke şêwekariyê ji bo 230 mamosteyên hunerê hate vekirin. Pêşangeh li Hola Yulyem Yuhena ya bajarê Silêmaniyê bû.

Her mamostayek bi tabloyekê beşdar bû. Herwiha her yekê peyameke cuda da. Armanca pêşangehê nîşandana hêz û gihandina peyama mamosteyan a ji bo civak û hikûmetê bû.

Mamoste bi tablo û posterên xwe, hikûmetê rexne dikin, qala rewşa jin, zarok, jîngeh, perwerde, torên civakî, ruhê hevkariyê, parastina avê û gelek mijarên din dikin.

 

SILÊMANÎ/ROJNEWS