Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (TEM) û Hewldana Parastina Heskîfê (HPH) bang li her kesî kir ku 23’yê Îlonê li Heskîfê bin. Ji bilî çalakiya li Heskîfê bi xwe li gelek deverên dinyayê û Kurdistanê wê çalakî hebin. Li aliyê din li Cenevreyê polîtîkaya rûxandina Sûr û Heskîfê ya dewleta Tirk kete rojeva Neteweyên Yekbûyî.
TEM û HPH´yê ji bo Roja Heskîfê ya Dinyayê ya 2. ku 23’yê Îlonê wê bi rê ve biçe daxuyaniyek da.
Saziyan got, ti caran ne dereng e ku ew li dijî Projeya Ilisûyê bibêjin ‘na’ û wiha dewam kir: “23’yê Îlonê, di Roja Çalakiya Heskîfê ya Dinyayê ya 2. de a li dijî Projeya Ilisûyê ya li dijî Heskîfê, em bang li her kesî dikin ku werin Heskîfê. Wê rojê werin Heskîfa ku ji xelkê wê tê xwestin di demeke nêz de wir vala bike û da ku cihe cih bibînin ka çi diqewime.”
NY´yê jî Sûr û Heskîf minaqeşe kir
Polîtîkaya qirkirinê ya li Sûr û Heskîfê ya ku dewleta Tirk dixwaze pê bîra dîrokî û çandî ya gelê Kurd hilweşîne û demografiya Kurdistanê biguherîne, kete rojeva Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY).
Endamê Platforma Hevgirtina Sûrê û Pêngava Zindîhiştina Heskîfê Ercan Ayboga ji bo balkişandina polîtîka û êrîşên dewleta Tirk ên li Sûr û Heskîfê bi nûnerên NY´yê re civiya. Ayboga bi Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê ya li Cenevreya Swîsreyê û bi nûnerên NY´yê yên Elmanya û Yekîtiya Ewrûpayê re hin civîn li dar xist. Ayboga diyar kir ku wan têkildarî rûxandina li Sûrê û Bendava Ilısûyê ya Heskîfê du raporên cihê pêşkêşî pisporên NY´yê kirine. Ayboga wiha dewam kir: “Min ji xeynî rûxandina Sûrê ji nûnerên NY´yê re qala bajarên din ên ku dewleta Tirk ew rûxandine jî kir. Têkildarî rûxandina li Heskîfê û xisara ku wê Bendava Ilisûyê bide herêmê jî min nûnerên NY´yê agahdar kirin.”
Roja 23´yê Îlonê roja şemiyê li li bajarê Frankfurtê jî wê piştî nîvrojê li Hauptwacheyê çalakiyeke xwedîderketina li Heskîfê û li dijî projeya bendava Ilisuyê bi rê ve biçe.
NAVENDA NÛÇEYAN