Heyeta ku ji endam û rêveberên BDP, ÎHD û MEYADER'ê pêk tê, ji bo der barê îdîaya 24 cenazeyên endamên HGP'ê yên ku di 24'ê cotmehê de li navçeya Çelê jiyana xwe ji dest dane li Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên girtin lêkolîn bikin, hatin Meletiyê. Heyetê, der barê cenazeyan de bi dozgerê Komarê yê Meletiyê re hevdîtin pêk anîn. Heyeta ku ji 8 kesên di navde Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, Endama Meclîsa BDP'ê Yildiz Aktaş, Serokê MEYA-DER'ê Huseyîn Kugu, Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Îbrahim Çelîker heye li Meletiyê lêkolîn kirin. Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, bertek nîşanî helwesta rayedaran da û got: "Ev dîmen ji hovîtiyê jî wêdetir e. Agahiyên der barê nasnameyan jî nedan me." Zenderlîoglu, anî ziman ku ji ber Serdozger ne li cihê xwe bû wan bi dozger re hevditin pêk anîne û wiha got: "Dozgeriyê diyar kir ku cenazeyên 12 jinan û 11 zilaman li morgê tên girtin, lê cenaze nîşanî me nedan. Tenê wêneyên wan nîşanî me dan. Dozger got bi tevahî 24 cenaze hene û aydî endamên HGP'ê ne. Dozger der barê nasnameyan de jî agahî nedan me. Ev pêkanînên otopsiyê ne li gorî zagonan û zanyariyê ye. Teqez li ser cenazeyan nasname heye, lê dozgeriyê gotin der barê nasnameyan ne ne xwedî agahî ne. Ev baqeriyê nade me."
'Cenaze perçe perçe kirine'
Zenderlîoglu, destnîşan kir ku cenaze li morga şaredariyê ya bajar tên rawestandin û cenaze hatine perçekirin. Zenderlîoglu, daxuyand ku wan xwest cenazeyan bibînin, lê dozgeriyê li şûna cenazeyan tenê wêne nîşanî wan dane û di wêneyan de cenaze hatine perçekirin. Zenderlioglu, bilêv kir ku wan tenê li wêneyên 2 endamên HPG'ê nerîn û wiha axivî: "Mirov nikare dîmena li ser wêne vebêje. Pêkanînek havane hatiye kirin. Gotina hovîtiyê li ber vê tîmenê hintik dimîne. Di dîmenan de cenaze tev hatine şewitağndin û xuya dike ku bi çekên kîmyevî hatine kuştin. Piştî min li van dîmenan nerî min ji mirovahiya xwe şerm kir. Mirov çawa li mirovan wisa dike."
Zenderlîoglu, destnîşan kir ku wan wan agahiyên nasnameyan xwestin, lê agahî nedane wan û wiha got: "Ji bo em agahiya nasnameyan bistînin em bi Hevseroka Giştî Gultan Kişanak re axivîn. Kişanak jî dê bi Wezîrê Dadê re biaxive û em dê dîsa bi dozgeriyê re hevditin pêk bînin."
MELETÎ
HPG de daxuyaniyê bide
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ragihand ku ew ê têkildarê bûyera Geliyê Tiyarê (Kazan) di rojên pêş de daxuyanî bidin. HPG’ê got; “Êrişa i dijî Geliyê Tiyarê yê di çapemeniya tirkan de cih digire, ji 20’ê cotmehê û vir ve bombebaraneke dijwar tê kirin û herweha cih cihan pevçûn diqewimin. Ji ber êrîşên hewayî yên zêde û sernuxumandina teknîkê bi hin yekîneyên me li vê herêmê re têkiliyê me nîn in. Derbarê pevçûn û êrîşên hewayî yên li vê herêmê nikarin raya giştî tatmîn bikin. Dema bi yekîneyên me yê li vê herêmê re têkilî hate danîn di derbarê bûyerên qewimîne, de wê raya giştî were agahdarkirin.