Di merasîmê de ji endamên Fermandariya Akademiya Dewrêşê Evdî Axîn Mûş axivî û bal kişand ser salvegera pêngava 15’ê Tebaxê û wiha peyivî: “Perwerdeyên îdeolojîk, leşkerî û jiyanî bi serketî hatin kirin. Bi fikir, îdeolojî û felsefeya Rêber Apo cara yekem bi pêşengiya Fermandar Egîd pêngava şiyarbûn û berxwedanê dest pê kir. Li hemberî fermana li dijî gelê Êzîdî hat pêkanîn, bi ruhê 15’ê Tebaxê divê bi hêzeke mezin bersiv bê dayîn û tola hezarên salan bê hilanîn.”


Bi ruhê 15’ê Tebaxê 

Axîn Mûş diyar kir ku rizgarkirina Şengalê erka bingehîn a ciwanên Êzîdî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ser bingehê perwerdeyan, divê rizgarkirina Şengalê em bi ruhê 15’ê Tebaxê pêk bînin. Berpirsiyariya li ser milên me, bi vî ruhî rizgarkirina tevahiya Şengalê ye. Heval li ser bingehê perwerdeyê, bi bawerî û fikreke bihêztir, bi tevlîbûneke bihêztir azadiya takekesî û civakî wê pêk bînin. Bi vê wesîleyê em ji bo hevalên me di xebata wan de serketinê dixwazin.”

Piştî axaftinê, şervanan soz dan û tevlî nav refên YBŞ’ê bûn. Piştî merasîma sozdanê, şervanan şahî li darxist û şahî bi gerandina govendê bi dawî kirin. 


 ROJNEWS/ŞENGAL