Mamoste li şûna ku 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan pîroz bikin bi hêviya pirsgirêkên wan bên çareserkirin vê rojê pêşwazî dikin. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên mamosteyan bi dawî nabe. Pirsgirêkên tayinkirinê, mehaneyên wan ên kêm, saetên xebatê, şert û mercên ku dixebitin pirsgirêkên herû mezin in. Mamoste diyariyên biçûk ên ku xwendekarên wan didin wan hemû pirsgirêkên xwe ji bîr dikin. Lê mamosteyên ku li Wanê di erdhejê de mexdûr bûn vê kêfxweşiyê jî nikarin bijîn. Ji ber erdheja 23'yê cotmehê heta 5'ê kanûnê ji bo perwerdehiyê navber hate dayîn, li bajar mamoste xemgînî û şînê de ne. Mamoste şîna 76 hevalên xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan digirin, li şûna baxçeyên dibistanan ên ku xwendekar hene, bi baxçeyên ku çadir hene û bêyî xwendekarên xwe roja xwe pêşwazî dikin.
Ji rêveberên Egîtîm Sen'a Wanê Fuat Ozdemîr diyar kir ku di 24'ê Mijdarê de jî ji bo wan tiştek naguhere û ew ê alîkariyê bidin mexdûrên erdhejê. Ji ber erdhejê li bajar heta 3'yê kanûnê ji bo perwerdehiyê navber hate dayîn. Ozdemîr bilêv kir ku li bajar ji 100'î zêdetir dibistan hene lê ji wan 36 nikarin bên bikaranîn û baweriya wan ew e ku dibistanên din jî xisar dîtine. Ozdemîr da zanîn ku ew bi wan şert û mercan de dê nikaribin perwerdehiyeke baş pêk bînin û li şûna ku perwerdehî bê destpêkirin divê psîkolojiya zarokan bê başkirin û ji psîkolojiya erdhejê bên xilaskirin. Ozdemîr got ku heke bi feraseta "bila xwendekar ji perwerdehiyê paşve nemînin" nêzîkatî bê kirin ev yek de bibe sedemên travmayan ji ber vê yekê jî divê xebatên ku xwendekaran ji vê psîkolojiya erdhejê xilas bike bên kirin. Ozdemîr gazincên xwe li Wezareta Perwerdehiyê kir û got ku xwedî li mamosteyên xwe derneketine. Ozdemîr diyar kir ku ji bo memurên dewletê pereyên zêde hatine dayîn lê mamosteyan pereyên ji bo dersên zêde nehatiye dayîn û dîsa mamosteyên ku bi peyman dixebitin jî mehaneyen wan hatine qutkirin.

Ji mamosteyan Nacî Kaçmaz ê jî diyar kir ku di şert û mercên ku têde ne de tu wateya 24'ê Mijdarê nîn e û tişta tu tenê tê bîra wî mamosteyên ku jiyana xwe ji dest dane ne. Kaçmaz derbirî ku di rojeke wisa de ew ancax dikarin êşa hevalên xwe parve bikin. Kaçmaz got ku qasî xwendekaran pêdiviyên mamosteyan jî bi alîkariya psîkolojîk heye.

ENQERE