Dr. Bîlgîn di axaftina xwe diyar kir ku Saziya Heyva Sor a Kurdistanê sala 2015’an hemû hêz û derfetên xwe ji bo alîkariya gelên Rojava û Kurdên Şengalê bikar aniye.

Bîlgîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa aloz ya li Cizîr, Ferqîn,  Silopî, Sûr, Nisêbîn û Kerboranê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk rû daye û da zanîn ku ew ê weke sazî di sala 2016’an de bi heman berpirsiyariyê destê alîkariyê  dirêjî van deveran bikin.

Piştî axaftina Dr. Rojvan dîwana Kongrê hat desnîşankirin û paşê rapora xebata salekê û ya aboriyê hat xwendin. Piştî nirxandinan, rapora xebatê û rapora aboriyê ji aliyê delegeyan ve hat erêkirin.


Alîkariya îsal ji bo Bakûr e

Delegeyên Kongrê ji bo bihêzkirina xebatên saziyê yên sala 2016’an, pêşniyar û nirxandinên berfereh kirin. Di encamê de plansaziyeke hat amadekirin. Li gorî vê plansaziyê, Heyva Sor a Kurdistanê di sala 2016´an de piraniya xebatên alîkariyê ji bo xelkên Cizîr, Ferqîn, Silopî, Sûr, Nisêbîn, Kerboran û deverên din yên ku bin zilma dewleta Tirk de ne, bike. Her weha hemû derfetên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên jiyanî yên van deveran bikar bîne.

Piştî nirxandinan, hilbijartinên rêveberiya giştî hatin lidarxistin..


Rêveberiya nû hat hilbijartin

Di dawiyê de Dr. Rojvan Bilgin, Suat Yalçin, Amîra Osso, Vahdettîn Kiliç û Çekdar Uruç careke din weke endamên rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê hatin destnîşankirin. Dawiyê rêveberiya nû civîna xwe lidar xist û Dr. Rojvan Bîlgîn weke serokê nû yê Heyva Sor a Kurdistanê hat hilbijartin. 


 BONN