
243 ciwanên ji bajarê Minbicê, piştî ku dewreya eskerî li Akademiya Feysel Ebû Leyla bidawî kir, tevlî nava refên Meclîsa Eskerî ya Minbicê bûn.
Dewreya ku bi navê Şehîd Rafî Bin Ladin dest pê kir, du mehan dirêj kir. Endamên dewreyê di vê navberê de dersên eskerî û taktîkên şer, her wiha dersên ramyarî dîtin. Hevseroka Komîteya Parastinê ya Minbicê, Nofa Silêman, Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil, berdevkê Fermî yê Meclîsa Eskerî ya Minbicê Şervan Derwîş, Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mihsin Casim û Cîgira Hevserokatiya Komîteya Ciwan û Werzîşê Sûreya Îshaq, her wiha bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk ên Ereb beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.
Ji fermandarên Meclîsa Eskerî ya Minbicê, Îbrahîm Hemdan di merasîmê degot, ew bi hêvî ne ku şervan ji perwerdeyê sûdê wergirin û li hemberî êrîşên li dijî hemû pêkhateyan, bisekinin.
Paşê şervanên ku perwerdeya xwe bidawî kir, sond xwar û fermî tevlî nav refên Meclîsa Eskerî ya Minbicê bûn.
Di dawiya merasîmê de govend hat gernadin. Şervan û nûçegihanê şer ê Meclîsa Eskerî ya Minbicê, Rafî Bin Ladin 7’ê cotmeha 2017’an di çarçoveya pêngava Xezeba Feratê de jiyana xwe ji dest dabû.
ANHA / MINBIC