244 ciwanên Reqayê piştî dewreya perwerdeyê ya 20 rojan bi dawî kirin, tevlî nava refên QSD`ê bûn. Şervanan soz dan ku dê heta dawî parstina herêmê bikin. Akademiya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla îro dewreya 7`emîn a bi navê Şehîd Gîvara bi tevlêbûna 244 ciwanên ji bajarê Reqayê bi dawî kir. Şevanên Reqayê di dewereya ku 20 rojan de dewam kir, fêrî hunera şer bûn, her wiha dersên bîrdozî jî hatin dayîn.

Di merasîma bidawîbûna dewreyê de, şêxên êlên Reqqyê û gundewarên wê, Fermandarên YPJ/YPG`ê, Fermandarên hêz û tabûrên di bin sîwaneya QSD`ê de beşdar bûn.

Merasîn bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir. Paşê Fermandarê QSD`ê Dilsoz Ehmed û Şêxê êla Boşaaban Mihemed El-Refdî axivîn. Paşê şervanan sûnd xwarin ku dê tevahî xaka Sûriyê biparêzin û rêya têkoşeran bişopînin. Merasîma bi dawîbûna dewreyê bi girtina govendê bi dawî bû. 



ANHA / KOBANÊ