
248 ciwanên Reqayê ku dewreya perwerdeyê li Akademiya Şehîd Fermandar ʺFeysel Ebû Leylaʺ bi bi dawî kirin, tevlî nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn.
Ev dewreya 11ʹan e ku li akademiyê tê vekirin û bi mezûnbûna 248 ciwanên ji Reqayê bi dawî bû.
Merasîma bidawîkirina dewreyê bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir. Paşê Endamê Fermandariya QSDʹê Ebulezîz Yûnis axivî û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û destnîşan kir ku şervan dê tevlî parastina xaka xwe bibin.
Yûnis da zanîn ku şêniyên Reqayê bi piçûk û mezinên xwe parastina herêmên xwe bikin. Piştî axaftinê, şervanan sûnda leşkerî xwar û soz da ku ew dê ji bo parastina xaka xwe heta dawiyê şopdarê riya cangoriyan bin.
Şervanên Reqayî, di perwerdeya 30 rojan de li ser çekên sivik û navîn talîmên xwe kirin.
ANHA / KOBANÊ