25 ciwanên din ên Êzidî ji akademiya Derwêşê Evdî, ji dewreya Şehîd Întiqam mezûn bûn û beşdarî nava refên YBŞ’ê bûn.
Di merasîma mezûnbûnê de Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Zelal Cemal, Fermandarên YBŞ’ê Rêber Şengalî û Çekdar Şengal jî amade bûn.
Rêber Şengal di merasîmê de axivî û got: "Em ê li ser şopa hevrêyên xwe bimeşin. Hevalên vê dewreya perwerdeyê wê bibin şopdarên wan hevalan ku bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Her wiha wê tola wan jinan hildin ku di destê DAIŞ’ê de ne û wan rizgar bikin. Wek ku serokatiya me jî behs dike; azadiya jinê azadiya tevahiya civakê ye."
‘Berê xwe bide qadên têkoşînê’
Fermandarê YBŞ’ê Rêber Şengalî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e her şervanek bi ruhê berxwedanê berê xwe bide qadên têkoşînê.
Merasîma mezûniyetê bi dirûşmeyên “Bijî Seroka Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû. Şervanan her wiha piştî merasîma leşkerî berhemên hunerî pêşkêş kirin û govend gerandin.
ROJNEWS/ŞENGAL
52 çete hatin kuştin
Hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) derbên giran li çeteyên DAÎŞ'ê dan ên ku pêr bi şev êrişî gundê Medîbanê yê Şengalê kirin. Di encama vî şerî de 52 çete hatin kuştin û gelek cebilxaneyên çeteyan jî ketin destê YBŞ’ê û YJŞ’ê.
Piştî ku gundê Medîbanê ji çeteyê DAÎŞ'ê hat rizgarkirin, şervanên YBŞ'ê û YJŞ'ê hemû êrişên çeteyan yên li dijî xwe şikandin.
Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihan ku di şer de 43’ê cenazeyên çeteyan ketine destê hêzê wan, li ser 15 çeteyên kuştî êlekên întiharî hebûn. Cebilxaneyên ku ketin destê şervanên YBŞ/YJŞ’ê jî wiha ne: 4 çekên B-7, 4 çekên BKC, 3 çekên M-16, 35 keleş, 2 doçkayên 12,5 mm, 3 cihazên bêtêl ên destan, kepçeyeke zirxî, gelek guleyên B-7, gelek bombe û gule. Wekî din panzêrek jî hat îmhakirin.
ŞENGAL