Li navenda Efrînê, doh di teqîna ku li sûk El-Halê rû da, bi dehan çeteyên Cebha El-Şamiye hatin kuştin.

Erebeyeke bombebarkirî doh Îro li sûk El-Hal a bajarê Efrînê teqiya. Di encama teqîna mezin de,  bi 10´an çeteyên Cebha El-Şamiyê hatin kuştin û 10´ên din jî birîndar bûn.  Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê çalakî li xwe girt û got, 25 çeteyên Cebha El-Şamiye hatine kuştin.  Li gorî wê bombe li ber avahiya ku dewreyeke çeteyan lê dimeşî pêk hatiye.

Şervanên YPG´ê pêr jî li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê li dijî dagirkeran bi çalakiyan 6 çete kuştibûn û 7 jî birîndar kiribûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, doh gava nûçeya me dihat amadekirin, gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê  topbaran dikir. Di encama vê êrişê de li gorî agahiyên destpêlê yek jê zarok du sivîl birîndar bûn.  

 

 EFRÎN