Ji ber berfa zêde rêya bi sedan gundan ji çûn û hatinê re hatiye girtin û hin gund zêdeyî 2 mehan in têkiliya wan ji navçe û bajêr qut bûye. Yek ji van gundan mezraya Çîmenlî ya Bajaroka Huyutê ya navçeya Mutkiya Bedlîsê ye. Welatiyên mezrayê ku nêzî 45 rojin rêya wan ji çûn û hatinê re hatiye girtin, rêya 25 kîlometreyan ancak saetekê dimeşîn. Welatiyên di navbera Huyutê û Motkiyê ji bo pêdiviyên xwe temîn bikin bi saetan rê dimeşin. Ji ber ku li hin cihan berf heta 5ç metreyan bilind dibe, welatî pir zor û zahmetiyê dikişînin. Li mezraya ku 97 welatî lê dijîn mal hemû di bin berfê de winda bûne. Welatiyên ku rê li wan hatiye girtin û malê wan di bin berfê de mane, êdî nikarin êmê pezê xwe jî bi dest bixin û zahmetiyên mezin dikişînin. Birayên bi navê Cevat û Mehdi Atli diyar kir ku rewşek lezgîn zahmetiyên mezin dijîn.

'Bila rayedar çareseriyê bibînin'
Welatiyê bi navê Cevat û Mehdi Atli ku piştî 4 saetan xwe gîhandin Motkiyê, diyar kirin ku li malbata wan nexweş hene û ji bo derman bistînin hatine navçeya Motkiyê. Birayên Atli, dan zanîn ku ji ber rê hatine girtin, çûn û hatin li wan bûye îşkence û dema nexweşek çêdibe ango tiştekî lezgîn derdikev pir zahmetiyên mezin dikişînin. Atli anî ziman ku yekîneyên Îdareya Taybet a Bajar rêya gundê wan paqij nake û xwest rayedarên dewletê tenê di hilbijartinan de neyên gundê wan û pirsgirêkên gundê wan çareser bikin.

Gihiştina 7432 gundan qut bû

Li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ber barîna zêde gehiştina 7 hezar û 432 gundan asteng bû. Li hin bajaran navber dan dibistanan û li ji ber berfa dijwar li encama rûdanên trafîkê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan 53 kes birîndar bûn.
Barîna berfê duh jî li rojava û herêmên hindurîn bi bandor bû. Li bajar û navçeyên derdora Sêwasê gelek rê hatin girtin.
Ji ber şert û mercên dijwar ên ziviztanê xeta rêya bejahî ya Dêrsim û Meletiyê û gelek navçeyên wan hate birîn. Di serî de li bajarên Bakûrê Kurdistanê yên weke Meletî, Semsûr, Mûş, Bedlîs, Xarpêt, Erzirom, Agirî, Qers, Dêrsim, Erdexan û bajarên Tirkiyeyê Karabuk Qeyserî û Duzeyê rêya zêdetirê 7 hezar û 432 gundan hate girtin.


NECDET YENTÜRK - DÎHA/MÛŞ