Hunermendê Kurd Elî Temel ku 25 sal berê di şerê li dijî dagirkeriyê de şehîd bû, bi stran û helbestên nivîsand û tomar kir di dilê gelê xwe de xwe nemir kir.
Elî Temel, 1’ê Çileya sala 1960’an li Dêrika Mêrdînê, li gundê Girêsor ji dayik bû. Hêj zarok bû rastiya Kurdan nas kir. Dibistana seretayî li gundê Girêsor û dibistana Navîn jî li Şemrexê xwend. Temel, dema Tevgera Azadiya Kurd nas kir xortekî 17 salî bû. Temel dema lîse dixwend ji ber mamosteyê wî Kerim Baytar tev li PKK’ê bû û jiyana xwe ji dest da dest ji dibistanê berda û ji Şemrexê derbasî Qoserê bû. Temel piştî bi pêşengên PKK’ê Hayri Durmuş û Ferhat Kurtay re hev nas kirin dest bi xebatên matbaayê kir. Temel li vir huner û şoreş kir yek û dest bi têkoşîna azadiyê kir. Temel bi hunermend Sefkan re di NÇM’ê de xebat kir û dest bi karê hunerê û şoreşê kir. 27’ê Çile ya 1980’an de hat binçavkirin û 120 rojan di bin çavan de ma. Êşkenceyeke zêde lê hat kirin. Lê sîxurî qebûl nekir. Dayika wî Gulten Temel jî hat binçavkirin û êşkenceyeke giran lê hat kirin. Elî Temel piştî 4 mehan li Girtîgeha Girtî ya Mêrdînê ma, şandin Zindana Amedê. Li Zindana Amedê strana ‘Va ye PKK rabû’ nivîsand. Dema Ferhat Kurtay û hevalên xwe agir berdan bedena xwe û çalakî pêk anîn stran li ser wan nivîsî.
Vaye PKK Rabû
Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li Zindana Amedê êşkenceyên gelekî giran li girtiyan hat kirin. Şahidên wan rojan bi pirtûkan serpêhatiyên xwe nivîsandin, lê dîsa têr nekir. Li aliyê din li ser zindana Amedê û êşkenceya zindana Amedê helbest û stran hatin nivîsandin. Lê ya herî zêde bandor li ser civakê çêkir, helbestên Hunermend Elî Temel bûn. Elî Temel bi helbest û stranên xwe şopek kûr di hiş û mejiyê civakê de hişt. Nivîskarê helbest û Strana “Vaye PKK Rabû li deşt û zozanan belav bû” ku li Zindana Amedê nivîsand û bi salan in li her derê dengê wê bilind dibe û pir tê guhdarkirin. Elî Temel ku bi darê melkesê û tayê gorê tembûr çêdikir û helbestên xwe dikirin stran, li Zindana Amedê helbesta “Vaye PKK Rabû” nivîsand û ji bo hemû hevalê xwe yên girtîgehê bû moral û coş. Heyvanê strana xwe ji pêngava 15’ê Tebaxê serdegirtina Dih û Şemzînanê girt.
PKK mala wî bû
Di sala 1981’ê de hat girtin û di rojên xwe yên li zîndana tarî ya Amedê de, yek ji wan kesan bû ku herî zêde serê xwe li ser Kurdî diêşand. Li gel Ferhat Kûrtay di koxûşa 33’an a navdar de dima. Di şeva 18’ê Gulana 1982’an de dema Kûrtay û sê hevalên wî bedena xwe şewitandin, ew jî li wir bû. Ji wê rojê û pê ve li hin cihan gotinên helbestan dinivîsand, navê helbestê jî AMED bû. Hevalê wî yê girtîgehê Siyasetmedar Muzafer Ayata jî digot “Civata PKK’ê weke mala xwe didît, weke zarokê vê malê bû. Dibeziya her karî, bi dîsîplîn bû. Bi aheng bû. Mîna xwe bû, bi qasî ciwanbûyîna xwe, ewçend jî zane bû. Jê dihat hezkirin. Ji dil bû. Ne ew mirovên ku bi şaşitî tevli me bûbû. PKK ji bo wî bijarteyek, daxwazek bû. Timî bi Kurdî re mijûl dibû, helbest dinivîsandin, stran çê dikirin.”
Albuma “Rozerîn”
Temel, di hepsan de gelek helbest û stran nivîsandin: “Xwişka Zozan”, “Deşta Bismilê”, “Şitla Azadî”, “Rozerîn”, “Bûka Kurdan” û “Keçika Dersimê”. Paşê stranên wî sala 1991’ê di albuma yekemîn a Koma Çiya “Rozerîn” de belav bû. Jixwe Elî Temel yek ji damezirînerên Koma Çiya bû.
Li her derê tenbûr û helbest
Yek ji solîstên Koma Çiya Genim ji bo diyarkeriya Elî Temel di albuma “Rozerîn” de digot: “Elî Temel rastiya welêt, bi hestên xwe diniqutand û dikir awaz. Helbestên xwe li girtîgehê, di wê rewşa hovîtiyê de nivîsand û bi hevalên xwe re parve kir. Tevî şert û mercên giran û bê derfetiyê jî gihand gel, di çalakî, dawetên welatparêzan û organîzasyonan de anî ziman. Di karê damezrandina Navenda Çandê ya Mezopotamya de cih girt û demekê li rojnameya Ozgur Ulkeyê xebitî. Ez xwe bi şens dibînim, ku demeke kurt be jî li gel wî me dik û jiyan bi heman hestan, bi heman awaza têkoşînê parve kirin.”
Li ser erda xwe ji nû ve ji dayik bû
Di sala 1992’an de dema ji bo bibe şervan ket ser rê, pênûs û tenbûra xwe jî li gel xwe bir. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz, di “Pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê” de bi tembûra xwe derket pêşberî namzetên ciwan û dema derket ser dika biçûk a li koşeyeke li kampê, mirovê herî kêfxweş bû. “Keçika Dêrsimê” bi dengê xwe got. Piştî perwerdeya leşkerî, li axa lê ji dayikbûye li Mêrdînê weke şervanekî vegeriya. Elî Temel li wê derê jî pênûs û tembûra xwe neterikand. Şervaniya xwe bi wê Kurdiya xwe ya zelal veguherand helbestan, bi skêçan jî rûyê hevalên xwe kenand. Di 13’ê Tîrmeha 1994’an de li çoltera Şemrexê di encama tevgereke dagirkeriyê ya ji ber îxbarekê de li şikefta tê de bû birîndar bû. Temel, ji bo nekeve destê leşker bombeya di destê xwe de teqand û dawî li jiyana xwe anî. Leşkeran ew bedena wî şewitandin û dûre li Girê Sergo veşartin.
19 sal şûnde hestiyên wî dîtin
Li Girê Sergo di 2’ê Cotmeha 2013’an de hestiyên wî hatin dîtin. Piştî testa DNA’yê zelal bû malbatê hestiyê Elî Temel li Qoserê defin kirin. Wî û Ferhat Kûrtay li Qoserê serê xwe danîn ser heman axê. Li navçeya Qosera Mêrdînê Navenda Çand û Hunerê ya Ş. Elî Temel hat vekirin. Dagirkeran ew der girt, lê peyrewên wî dîsa wê vekin. Jixwe peyrewên wî arşîvan wî hemû tomarkirin.
MA/AMED