Çalakiya nobeda ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya di 25’ê hezîranê de destpêkirî doh kete roja 253’mîn. Di nava 253 rojan de ji welatên Ewrûpa 36 komên ji 4 û 7 kesan pêk hatin çalakiya nobedê meşandin. Di çarçoveya çalakiyê de heta pêr 2250 îmze kom bûn, bi hezaran kesan re hevdîtin pêk hatin. Di heman demê de 46500 belavokên têkildarî çalakiya nobedê, 6250 belavokên derbarê biyografiya Ocalan û 760 broşorên Konfederalîzma Demokratîk hatin belavkirin. Dewleta Tirk jî, ji roja destpêkê û vir ve, bi riya konsolosê xwe ji bo astengkirina çalakiyê gelek xebatên dîplomatîk meşandin. Heta ji bo meşekê jî ji Muduriyeta Polîsan destûr girt, lê belê ji ber tenê hatina 9 kesan bi fiyaskoyê bi dawî bû. Hemû hewldanên dewleta Tirk ên li dijî çalakiya nobeda azadiya Ocalan pûç derketin. Çalakiya nobedê 253 rojin bênavber didome û heta Ocalan bigihêje azadiya xwe jî wê bidome.
Bi wesîleya roja 250’mîn kedkarên çapemeniya Kurd ên roja yekşemê nobed dewir girtibû pêr weke rojeke taybet tevgeriyan.

Nameya Ocalan hat axaftin

Bi riya Komîteya Amadekar ji bo komkirina îmzeyan tevî cihê her timî, li navenda Strasbourgê jî ji bo 2 seatan destûr girt. Kedkarên çapemeniyê wekî 2 komên cûda hem îmze kom kirin, hem belavok û broşor belav kirin û hem jî hevdîtinên rû bi rû pêk anîn. Di encama vê xebatê de roja 250'mîn ya çalakî û roja 6'mîn ya koma xwe veguherandin roja herî zêde îmze kom kirinê. Ji destpêka çalakiyê heta pêr, bi gotineke din 250 rojan de, tenê 2 hezar û 250 îmze kom bûbûn, lê belê tenê pêr 136 îmze kom bûn. Di heman demê de bi sedan belavok û broşor hatin belavkirin û bi sedan kesan re jî hevdîtinên rû bi rû pêk hatin. Nobetdarên çalakiya azadiya Ocalan di hevdîtinan de jî bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û felsefeya wî. Di hevdîtinan de girîngiya Ocalan ya ji bo gelê Kurd anîn ziman û ji bo azadiya wî û statuya siyasî ya ji bo gelê Kurd piştgirî û îmze xwestin. Ji bo doh jî li navenda Strasbourg komkirina îmzeyan destûr hate girtin. Kedkarê çapemeniya Kurd doh li navenda Strasbourg û  li ber Konseya Ewropa û Parlemena Ewrûpayê îmze kom kirin.

STRASBOURG