Fermandariya Biryargeha YRK’ê daxuyaniyekî nivîskî weşand, diyar kir ku di encama çalakiya ji bo tolhilatana 12 gerîlayan de, 26 pasdar û sîxorên rejîma Îranê hatine kuştin. YRK’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Çalakiyên hêzên me li herêma Rebatî ya ser bi bajarê Serdeşt ku li dijî qereqolek a hêzên rejîma Îranê pêk hat, herî kêm 9 pasdar hatin kuştin, 6 jî bi giranî birîndar bûn.
Piştî vê çalakiyê, li navçeya Candaranî ser bi bajarê Serdeşt li hemberî wesayitekî hêzên rejîma Îranê çalakiyek sabotajê pêk hat. Di encama vê çalakiyê de 2 pasdar hatin kuştin. Piştî hêzên rejîmê yên ji bo destwerdana bûyerê hatin, ew jî bûne hedefa hêzên me yên gerîla. Di şerê rû da de derbeyên giran li hêzên rejîmê hatin xistin.
Di 10’ê Cotmehê de hêzên me li hemberî qereqola Gulçîderî ya li herêma Merîwan çalakî li dar xistin. Di encama çalakiyê de agir berbû cebilxaneya qereqolê û teqiya. Şerê li vir rû da ku çend saetan berdewam kir, herî kêm 15 pasdar hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.”
Fermandariya Biryargeha YRK’ê ev agahî jî dan: “Ev çalakî weke bersivek ji bo şehîdkirina 12 gerîlayên me yên di 4’ê Cotmeha 2016’an de li bajarê Salas Bawacanî yê herêma Dalaho ya eyaleta Kirmanşanê ku di encama komployek bêbextane de hatin şehîdkirin bû.
Her wiha em hêzên xwecihî yên girêdayî pasdaran hişyar dikin, ger li ser karên xwe yên qirêj berdewam bikin, wê hêzên me bersiva pêwîst bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN