QSD’ê doh bîlançoya êrişên dagirkeriyê yên du rojan û bersiva şervanên xwe eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê di nava du rojan de 262 çeteyên dagirker hatin kuştin. Hate ragihandin ku 16 şervanên QSD’ê û gelek sivîl jî şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên du rojan eşkere kir. Li gorî daxuyaniya QSD´ê ji 9´ê Cotmehê saet 16´an ve li Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanî, Eyn Îsa, Qamişlo, Dêrîk, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Amûdê di êrişên bi bataryayên moşek, top, tank û balefiran de gelek sivîl şehîd bûn. Şervanên QSD´ê li dijî êrişa li ber xwe da û li gelek cihan bersiv jî da. Di encama desthilanîna şervanan de jî herî kên 262 dagirker hatin kuştin. QSD´ê ragihand ku di roja pêşî ya êrişên bi armanca qirkirinê de 6 şervanên QSD´ê şehîd bûne û di roja duyê de jî 10 şervan şehîd bûne.

Sekvanên wan sivîlan şehîd dikin

QSD´ê got, nexasim êriş di navbera Kobanê û Girê Spî de li xeta Kulît, Aşmê û Til Sindir dijwar bûne. QSD´ê got, 9 û 10´ê Cotmehê Êrişên bi armanca dorgirtina li Girê Spî yên li xeta Slûk, Aşmê hatine şikandin, 40 çeteyên dagirker hatine kuştin û tankek jî hatiye rûxandin.

QSD´ê ragihand ku 10’ê Cotmehê li Girê Spî û xeta Silûkê de di encama berxwedana şervanan de 52 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Li Serêkaniyê bi xwe, hucreyeke çeteyan li gundê Um El Xer bi temamî hat tinekirin. QSD´ê wekî din got, li bajarê Dêrikê jî tankeke artêşa dagirker a Tirk xwest sînor derbas bike û ev tank hatiye rûxandin.

QSD´ê ji bo şerê li Serêkaniyê jî got, “Li cihên cûda cûda di şerê 9-10’ê Cotmehê de li bajarê Serêkanî 170 çeteyên dagirker hatin kuştin.”

QSD´ê bi raya giştî da zanîn ku di bombebarandina bi balefirên şer de gelek sivîl jî şehîd bûne, lê encameke eseh eşkere nekir.

Ajansa Nûçeya a Fransaî AFP, bi xwe doh daxuyaniyek da ûgot di encama bomberandina bi balefirên şer a dewleta Tirk de 4 sivîl doh li Girê Spî şehîd bûne û nêzîkî Girê Spî 3 sivîlên din jî bi gulereşandina sekvanan hatine şehîdkirin.

Kobanê didin ber topan

Kêliya nûçeya me dihat amadekirin, artêşa Tirk ûş çeteyên wê dest bi topbarandina Kobanê kiribû û di encamê de ziyaneke mezin gihandibûn bajêr. Nûçeyên destpêkê yên birîndaran jî bajêr hatin, lê hejmara birîndar û şehîdan nekarî bê teyîdkirin.

 

QAMIŞLO

 
 

Tirtireyên wan hatin kuştin

 

Şervanên Kurd di şerê man û nemanê de gelek çete û eskerên Tirk kuştin. Lê dewlet van eşkere nake. 3 tîmên taybet ên ku berê li Kurdistanê di şerê qirêj de cih girtine jî di nava van kuştiyan de ne. Tevî ku dewleta Tirk navan eşkere nake jî, ev her sê nav û wêneyên van tîmên taybet hatin zanîn. Navê van tîmên taybet Yunus Mermer, Abdulhamit Bilgen û Haci Bebek e.

 
 

HRE´ê jî çar kuştin

 

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî çalakiyên xwe li Herêmên Erfîn û Şehbayê dewam kirin. Di çalakiyên sabotajê de li van deran 2 eskerên Tirk ên dagirker û 2 çeteyên wan hatin kuştin.

 

EFRÎN