Daxuyaniya YPS’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye: “Çeteyên Qesrê yên li pêşberî berxwedana xweparastinê ya gelê me bêçare man e, bi bikaranîna tank, top, obus û her şêwe hêza teknîkê dixwaze encamê bigire. Çeteyên Qesrê bi van êrîşên xwe yên barbar û bêperwa ve hewl didin malên gelê me xera bikin, bajaran bikin xirbe û bi vî rengî xwe bigihînin encamekê. Çeteyên ku ji avn êrîşên xwe yên wehşî û li dijî mirovahiyê jî nikarin encamekê bi dest naxin, ev demeke bi balafirên şer bombeyên bi tonan li gelek deverên Nisêbînê bi taybetî li taxa Alîka dibarînin. Ev bombeyên eyarkirî piştî wextekê didin teqandin. Çeteyen qesrê yên qîma xwe bi vê nînin, ji bo şikandina berxwedana hêzên me çekên kîmyewî jî bi kar tînin ku ev yek bi zelalî hatiye dîtin.

Bikaranîna van çekên kîmyewî yên li qada navneteweyî hatine qedexekirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê li hemberî vî sûcê mirovahiyê yê hikûmeta AKP’ê dike, gelê me û mirovahî bêdeng nemînin. Weke hêzên YPS’ê yên li dijî faşîzm, dîktatorî û mêtîngeriyê di oxira mafên rewşa yên gelê xwe de li ber xwe didin, em bang li hemû hêzên welatparêz, sazî û dezgehên li Kurdistanê û hêzên demokratîk, alîgirên aştî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dikin, ku li dijî van kiryarên li hemberî mirovahiyê yên dewleta AKP’ê bêdeng nemînin û têkoşînê mezin bikin. Her wiha em bang li raya giştî ya navneteweyî û hêzên demokrasiyê jî dikin, ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û vê wehşeta AKP’ê ya li Nisêbîn û Şirnexê dike bêdeng nemînin û xwedî li erkên mirovahiyê derkevin.” 

YPS’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Nisêbînê şervaneke YPS-Jin jiyana xwe ji dest da ye û ev agahî parve kirin: “ Nasnameya endameke me ya YPS Jin a roja 4’ê Gulanê li aliyê Weysîka şehîd ket bi vî rengî ye:

Binevş Gabar / Fîlîz Yargiz / Zubeyde - Îsmaîl / Ji Nisêbînê / Di 4’ê Gulanê de li Nisêbînê şehîd ket.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN