Li Stenbolê şahiyên ciwanan
Meclisa Ciwanan a BDP’a Sultangazî jî bi heman armancê li Parka Heykelê ya taxa Gaziyê şahî pêk anî. Di şahiyê de rêveberên BDP’ê û gelek welatiyên din amade bûn. Ciwanan di şahiyê de alên PKK, KCK û YPG’ê rakirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Komê bê navber siloganêin “Silav silav hezar silav ji Ocalan ê PKK ava kir.” û “Bijî serok Apo” berz kir. Ciwanan li vir jî rêz girt û fîşekên hewayî teqandin.
Li Kurdistanê pîrozbahî
Li navçeya Cizirê ya Şirnexê Înîsiyatifa Gel jî bi heman armancê li taxa Cûdiyê şahiyek pêk anî. Di şahiyê de ciwanên endamên YDG-H’ê rê li trafîkê girtin û posterên Ocalan û alên PKK û KCK’e rakirin. Piştî çalakiyê polîsên bi maşîneyên zirxî hatin cihê çalakiyê bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî komê kirin. Ciwanan jî bi kevir û bombeyên deng bersîv dan polîsan. Ji ber bersîva ciwanan polîs ji taxê derketin. Rêxistinên BDP’ê yên navçeyên Elbakê, Çardêran ên Wanê û Sûra Amedê jî bi heman armancê damezirandina PKK’ê bi şahiyan pîrozkirin. Meclisa Ciwanên BDP’ê ya Mêrdînê jî 35. salvegera damezirandina PKK’ê bi meşa meşaleyî pîroz kirin. Koma li taxa Saraçoglu kom bû bi meşa meşaleyî salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir. Berî meşê bi sedan ciwan li Qada Goristanê ya taxa Saraçoglu kom bûn û meşale pêxistin. Ciwanan di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên HPG, KCK, YPG’ê bilind kirin û slogan qêriyan. Komê piştî daxuyaniyê agir pêxistin û li ber muzîkê govend gerandin. Ciwanan piştî govendê dawî li pîrozbahiyê anîn.
AMED
Li Awrupa şahiyên 27’ê Mijdarê
35. Salvegera Damezirandina PKK’ê li paytextê Fransa Parîsê û bajarê Rennesê bi şahiyan hate pîroz kirin. Li herêma Normandie ya Parîsê bi hezaran kes ji bi wesîleya avabûna PKK’ê di şahiyê de hatin cem hev. Di salona ku bi posterê mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hatin xemiladindin de, posterên 3 jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin jî hatin daliqandin. Sînevîzyona ku dîroka PKK’ê vedibêje hate pêşandan. Piştî sînevîzyona şoreşa Rojava vedibêje, hunermend Hozan Şemdîn, Pinar Yildiz, Bengî Agirî, Adil Botan û Koma Pîroz derketin ser dikê. Li herêma 78 Normande bi koma folklorê ya zarokan û Meclisa Govendê ya Parîsê derket ser dikê û şahî bi govendê bidawî bû.
Li Rennes jî hat pîrozkirin
Li bajarê Rennesê jî bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyên li Rennes û bajarên derdorê wê jiyan dikin de bi coş hate pîroz kirin. Pîrozbahiya ku li salona semta Cormier de despê kir. piştî deqîqyeke rêzgirtinê , têkildarî dîroka PKK’ê û girîngiya roja me ya îro axaftin hatin kirin. Piştî axaftinê koma muzîkê ya Amara ku ji ciwanên Kurd û Botan pêktê, Hozan Yuksel, Hozan Elî Gul, Ulaş Kelaşîn, Koma Heşt û Çar, Nuarîn, Dengbêj Marûf û Peywan Arjîn derketin ser dikê. Şahiya ku bi govenndê berdewam kir, heya direngî şevê dom kir.
PARÎS