Şervanên YPG’ê bi armanca bersivdayîna êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Efrînê çalakiyek li dijî çeteyan li dar xistin. Di çalakiyê de herî kêm 28 çete hatin kuştin.
YPG`ê, li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û Cebhet El-Şamiyê li milê Basûfanê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek bi bandor li dar xist. Di çalakiyê de şervanan li milê Kela Semanê 2 girên ku çete xwe lê bicîhkiribûn kirina hedefa xwe.
Di encama çalakiyê de 5 maşîneyên çeteyan hatin şewitandin û 2 maşîneyên wan bi mayînan hatin îmhakirin. Şervan piştî çalakiyê çûn ser cenazeyê 28 çeteyan û 18 çek ji ser çeteyan rakirin.
ANHA/EFRÎN