Ev demeke vîrûsa Corona bûye mijara sereke ya hikûmeta Çînê. Ji ber wê bajarê serjimara wê bi milyonan Wihan kire karantînayê. Lê dibe ku ev nûçe belavtir bibin, ji ber ku gelek vîrûsên laşê mirovan wan nas nake, derkevin meydanê û belav bibin. Tehlûke jî ne li nava bajaran lê di nava qeşayên çiyayî û yên li qutban e. Lewma di encama germbûna global de êdî li wan deverên dûr û bilind ên ku insan bi wan neketine, qeşa dihele û ew vîrûsên ku hingê di nava wan de cemidîne û asê mane diherikin nava gelî û deştan. Cihek ji wan jî qeşayên çiyayê yên li Hîmalayayên Tîbetî ne.

Di nava 15 hezar salên bihurî de li van qeşayên çiyayî yên Platoya Tîbetî li Çînê komek vîrûs jî qeşa girtin û asê man. Û mirovên îro bedena wan gelekan ji van qet nas nake, yanî li dijî wan nikare xwe biparêze jî. Zanyar bi ser van vîrûsan ve bûn gava ku wan di du bokên cihê yên qeşaya ji vê qeşaya çiyayî kola. Di nava wan herdu parçeyan de 28 vîrûsên berê nedihatin nasîn hatin kifşkirin.

Zanyar li aliyekî dikarin lê bikolin ka kîjan vîrûs çawa di nava kîjan şertên hewayî de beridîne û guherîne. Lê li aliyê din ev vîrûsên hanê dikarin bikevin nava xwezayê jî û bibin sedema nexweşî û şewban.

 

NAVENDA NÛÇEYAN