Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, li rojhilatê bajar li 6 nuqteyan êrîş pêk hatin. Di 3 êrîşên çeteyan ên li taxa Kaniya Kurdan, kolana Şaredariyê û kolana Asayîşê pêk hatin de şervanên YPG/YPJ’ê bersiva tund da. Hate ragihandin ku li Kaniya Kurdan, Kolana Şaredariyê û Asayîşê pevçûnên dijwar derketine û di encamê de 3 çete hatine kuştin, cenazeyê yekî jî li erdê ye. Li her sê nuqteyên din jî çete rastî bersiva hêzên YPG'ê hatin û di encamê de komek çeteyan ket kemîn şervanên YPG'ê û herî kêm 26 çete hatin kuştin. Li aliyê başûrê bajar jî çeteyan êrîş kirin û rastî berisva tund a şervanên YPG'ê hatin. Di pevçûnên li vê eniyê de jî kuştî û birîndarên DAIŞ'ê çêbûn, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Pevçûn li bajêr bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
KOBANÊ