HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Çelê, Barzan, Gever û Dersimê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku bi giştî 29 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku wan derbên giran li artêşa Tirk xistine ya ku dixwest têkeve Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku li Qada Xeregolê ya Çelê bi giştî 19 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniya ku di saetên êvarî de hate dayin de HPG’ê ragihand ku 10 leşkerên din li herêma Xregolê hatine kuştin û hejmara wendahiyên artêşa Tirk gihişte 29’an. Her wiha HPG’ê wasayiteke tipa drone ya keşfê xist. 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye: “Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 16’ê Cotmehê de saet di 00.10’an de li dijî qada Xeregol a Çelê ya bi ser Colemêrgê operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de ya ku dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker saet di navbera 00.10 û 04.00’an de bi balefirên şer, obus û hawanan li qadê daye. Saet di 04.00’an de dema ku xwe ji helîkopteran bera Girê 82’yan dane, hêzên me li helîkopterê dane û helîkopterê xwe vekişandiye. 


Li herêma Barzan 3 leşker 

Di 27’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li dijî herêma Barzanê ya di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de ye, operasyoneke dagirker dabû destpêkirin. Di 15’ê Cotmehê de hêzên me li Qada Adil Beg li Girê Koordîneyê li yekîneyeke dijmin daye. Li vê derê bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşker hatine kuştin.

Di heman rojê de saet di 22.30’an de hêzên dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine û heta destê sibehê bi çekên giran li qadê dane.


Li Geverê 2 

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî artêşa Komar Tirkiyeyê ya dagirker çalakî li dar xistin.

14’ê Cotmehê saet di 12:30 de, hêzên me yên YJA Starê, li hemberî yekîneya dijmin a li girê Sîser ê ser bi navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke sûqîestê kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin.

15’ê Cotmehê saet di 16:30 de, hêzên me li yekîneyeke dijmin a li Qela Perixanê ya li herêma Oremarê ya li Geverê dan. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û leşkerek hate kuştin.


Li Dêrsimê leşkerek 

14’ê Cotmehê, li girê Şahîn ê li navenda Dersimê, hêzên me dor li yekîneyeke veşartî ya artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker girtin. Saet di 15:10 de jî hêzên me li vê yekîneya dijmin xistin. Di encamê de leşkerek hate kuştin. Piştre, hêza dagirker bi helîkoptera bi tîpa Skorsky cenazeyê leşkerê xwe rakir.” 


ANF/BEHDÎNAN