***
Di şerê dewletan de, ciwan dimirin, siyasetmedar diaxivin. Di şerê gelan de, ciwan, kal û siyasetemdar bi hev re dimirin.
Pitşî kuştina 3 kulîlkên Kurdistanê, li Parîsê, Kurdistaniyan car din, rastiya vê gotinê erê kir û sloganên parastina jiyana bi rûmet û azad qîriyan. Ala exlakê mirovahiyê, ala vijdanê şiyar di kolanên Parîsê de, li meydana Bastîllê û bi dengê Jan Darc balivandin. Raya giştî ya cîhanê car din, dilsozî, rûmetdarî, pîrozî û ronahiya di çavên azadiyê de dîtin. Kurdistaniyan car din destnîşan kir ku, di şerê gelan de, azadî çavên Sakîne Cansiz e, ronahî çavên Fîdan Dogan e, pîrozî çavên Leyla Şaylemez e... Têkoşîna Sakîna Cansiz ya çil salî jî, bû nasnameya jina Kurd û nasnameya têkoşîna jinên cîhanê. Sakîne Cansiz, ev têkoşîna rûmetdarî, hêdî hêdî, gav bi gav radestî jinên ciwan kir. Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez du ji wan ciwanên rûmetdar bûn. Sakîne Caniz ji Fîsê dest pê kir, li Zindana Amedê tif kire rûdêna faşîzma Îttîhadî, li Çiyayên Kurdistanê têkoşîna şoreşgerî domand. Di encama têkoşîna Sakîne Cansizan de, têkoşîna gelê Kurd bi nifşê duyemîn Fîdan Dogan, li Qesra Elsee, bi diplomasiya navneteweyî berdewam dike. Ev dilsozî û cengaweriya destanî, nivîsandina dîroka xetbizêr e.
Dijminên mirovahiyê, azadî bi xwîna 3 jinên Kurd şiştin. Lê 3 jinên Kurd, di baxçê azadiya Kurdistanê de bûne gul û gulbijêrk.
Komkujiya li Parîsê, bêguman planekî hovane, xayîn, demdirêj û sucê mirovahiyê ye. Lewma, rayedarên AKPê, ku hebûna xwe bi xwîna mirovan diparêzin ketin nava tirsê û xwesitn berê bûyer biguherin. Kî ne ew kesên ku herî zêde diaxivin? Kî ne ew kesên ku senaryoyên nû diafirînin û dixwazin şopa komkujiya gemarî winda bikin?
Yek ji wan kesan, kesê ku ji Kurdîtiyê hatiye lanetkirin Huseyin Çelîk e. Yek kesjî, ew kesê ku nasîbê xwe ji mirovahiyê ne standiye dewşirme Erdogan e.
Ev zihniyeta Îttîhadî, ku di rengê kesk de û wek faşîzma reş derketiye hemberî gelê Kurd e. Behsa çareseiryê dikin, lê hîna navek li pirsgirêka Kurd nekirine. Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan hîna dinava bêşermiyek mezin de, hesab ji serokkomarê Frensa dipirse. Çima? Ji ber ku got, “min û rayedarên me teva dîplomata Kurd Fîdan Dogan nas dikirin.”
Naskirina siyasetmedar, dîplomatên Kurd li xiş û hesabê Ittihadiyên kesk nayê. Nietzsche dibêje, “tu kes bikasî mirovekî kîndar û bi hêrs derewan nake”. Erdogan jî, zewatên li dora wî jî, di desthilatdariya xwe ya 10 salan de, kîn û hêrsa xwe ritilekê, “waq”ekê kêm nekirine.
Gelê Kurd şerê azadiyê dike û doza demokrasî û mafên gelan, jiyana hevreyî ya bi rûmet dike. Sakîne Cansiz, di têkoşîna 40 salên rûmetdarî de, bi cengaweriyek destanî nobet radestî ciwanên Kurd kir. Di vê radestkirina nobetê de, du pehlewanên jin jî, di kêleka wê de cih girtin û wek helbestên homerîk ala têkoşînê balivandin.
Gelê Kurd, gelên cîhanê, siyasetmedarên xwedî rûmet, şoreşgeran jî di merasima nobet-guhertina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez de cihê xwe girtin û li kolanên Parîsê bi sloganan, li ala têkoşîna 3 gulên Kurdistanê xwedî derketin. Ev xwedî derketina li jiyanê û demokrasî ye. .
Lewma, komkujiya li Parîsê bi destê gladyoya kesk pêk hat û li dijî pêvajoya hevdîtinên li Imralî ye. Lewma, komkujiya li Parîsê, karekî profesyonelî ye û planekî tesfiye kirina Haraketa Kurd e. Lewma, komkujiya li Parîsê, li dijî hêja Kurd, gewdebûna Haraketa Azadiya Kurd ya li tevahiya herêmê û serkêşiya wê ya demokrasî û azadiya gelan e.
Li Frensa dadgerê taybet, 3 dadgerên alîkar, 8 dozger û 28 komîser, Kurdan, sazî û dezgehên Kurdan yên li Frensa û Parîsê dişopînin. Gelo çawa hajê wan ji komkujiya li Parîsê nîne? Dema ku Kurd girtin, polîsên Frensî fotografên wan ya çûna saziyên Kurd şanî wan didan; dengê wan yê axaftina di saziyan de bi wan didane guhdarî kirin. Lewam ew niakrin bêjin, kujerên ketin Buroya Enformasyona Kurdistanê ne dîtin û ji komkujîyê agahdar nebûne? Bila fisûlatan ji Kurdan re nebêjin.
Bila werê zanîn ku, hestiyên Robespierre, Marat, Saint-Just, Babeuf û Danton û hestiyên Jan Darc, hestiyên cengawerên ku êrîşî zindana Bastillê kirin teva, di goran de qolincî dibin. Eger vê bûyera sucê mirovahiyê ronî nekin, gunehkarê sereke dewleta Frensa ye. Hıngî, wê gelê Kurd, weke roja şemiyê, her dem, di çarçoveya mafên mirovan, mafên gelan û demokrasî de, rastiya mirovahiyê, rastiya demokrasî, rastiya pîroziyan, rastiya rûmetdarî û nirxên civakî di bedena Frensa û Parîsê de biqîrin.
Divê werê zanîn ku, komkujiya li Parîsê, ne tenê kuştina sê mirovan e, ne tenê kuştina sê kesan e, ne tenê kuştina sê jinan e, ne tenê tunekirina sê canan e!.. Sê jin, navê Kurdistanê bûn û rastiya Kurdistanê bûn. Nasnameya jinên cîhanê û gelên cîhanê bûn.
Gotina dawî: Ev komkujî, trajediyek kûr û darbeyek kûr e. Destpêka stratejiyek nû û tunekirinê ye. Pêwiste Kurd jî, di vê çarçovê de nêzîk bibin.
3 gul li Parîsê
Tecrîda li Imralî û li dijî Birêz Ocalan berdewam dike.