ÎHD, TÎHV, TTB, MAZLÛMDER û Baroya Amedê di çarçoveya hefteya Mafên Mirovan li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê û bal kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên.  Sekreterê Şaxa MAZLUMDER'ê yê Amedê Nurettîn Bozkurt daxuyaniya hevpar xwend û diyar kir ku li gorî madeya 13/1 a makezagonê ji bo hebûna dewletê her tişt tê fedakirin û wiha got: "Dîsa girtiyên di tecrîdê de tên ragirtin êdî neçarman dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin."
Bozkurt da zanîn ku girtîgehên Tirkiyeyê her tim bi firar, îsyan, xwekujî, çalakiyên greva birçîbûnê û rojiyên mirinê hate rojevê û tiştên jiyîn piştî demekê hatin jibîrkirin.  Bozkurt, bal kişand ser îstatîstîkên sala 2012'yan ên li girtîgehên Tirkiyeyê pêk hatin û wiha got: "Di sala 2012'yan de li girtîgehan 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, 57 kes birîndar bûn, 171 bûyerên îşkenceyê pêk hatin.
Hezar û 142 pêkanînên veguhestin û 222 binpêkirinên mafê tenduristiyê, 22 astengiyên hevdîtina malbatê, 25 tecrîd û îzolasyon, hezar û 5 cezayên disiplînê, 318 astengkirin mafên ragihandinê û bi giştî 3 hezar û 14 binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin."

Bozkurt, xwest ku şertên girtîgehên Tirkiyeyê bên başkirin û wiha axivî: "Divê qedexeya li ser astengiya hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran bê rakirin. Divê girtiyên nexweş û hewcehî bi xwedîkirinê serbest bên berdan. Divê dest ji nêrîna girtiyan ji civakê dijber tên dîtin bê berdan. Divê şertên girtiyan bên başkirin." 

ANF/AMED