Berê jî 3 jîngeparêz
Hêjayî bi bîr xistinê ye, 25’ê Tebaxa 2018’an, çalakvanê mafê mirovan û jîngehparêzê navdar yê Rojhilat û Îranê Şerîf Bacwer, jîngeparêz Omêd Hisênzade, Rehmet Hekîm Niya, Mihemed Bejûhî dema agirê di encama topbarana rejîma Îranê de bi daristanên Merîwanê ketî vedimirandin, di nava agirê daristan û topên rejîma Îranê de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. NAVENDA NÛÇEYAN 3 jîngeparêzan can dan !
Li Kurdistanê her tişt tê şewitandin. Ji bo daristan neşewitin hinek welatparêz bi rizadilî komeleyên jîngehparêz ava dikin. Li Kirmanşanê 3 welatperwer ji bo vemirandina agir derketin zozanan, lê tê gotin şewitîne û şehîd bûne.
3 jîngeparêzên ku ji bo vemirandina agir berê xwe dabûn zozanên Buzîn û Merxêl yên Kirmaşanê, tê gotin, di nava agir de mane û can dane. Cenazeyê jîngeparêzan bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ hatin pêşwazîkirin.
Pêr 3 endamên Meclîsa Jîngparêz ya Jîwaî yên bi navê Belal Emînî, Yasîn Kerîm û Mustar Xendanî ji bo vemirandina agirê bi zozanên Buzîn, Merxêl û Dirule yên li herêma Pawe ya ser bi parêzgeha Kirmaşan çûbûn, di dema vemirandina agir de jiyana xwe ji dest dan.
Gelo hatin kuştin?
Ragihandina dewleta Îranê jî diyar dike ku her 3 jîngeparêz di nava agirê zozanên bajarê Pawe û Ciwanro de mane jiyana xwe ji dest dane. Lê hinek çavkanî dibêjin, heye ku her 3 jîngeparêzan di encama teqîna mayînanan de jiyana xwe ji dest dabin. Hinek çavkanî jî dibêjin, eskerên Îranê her 3 jîngeparêz kuştine.
Cenazeyê Belal Emînî, Yasîn Kerîm û Mustar Xendanî birin bajarê Pawe û gel bi dirûşmeya ‘şehîd namirin’ pêşwaziya cenazeyê 3 jîngeparêzan kir.
Yek ji rêveberên Saziya Parastina Jîngeh a Îranê, daxuyakirin ku her 3 jîngeparêz di encama teqîna mayînan de jiyana xwe ji dest dane. Lê saziyên feremî yên Îranê tenê dibêjin her 3 jîngeparêz di nava agir de mane û jiyana xwe ji dest dane.
Hêjayî gotinê ye heya niha gelek kes ji ber agir birîndar bûne û agirê ku bi zozanên Buzîn, Merxêl û Dirule ketî hîn jî dewam dike.
Berê jî 3 jîngeparêz
Hêjayî bi bîr xistinê ye, 25’ê Tebaxa 2018’an, çalakvanê mafê mirovan û jîngehparêzê navdar yê Rojhilat û Îranê Şerîf Bacwer, jîngeparêz Omêd Hisênzade, Rehmet Hekîm Niya, Mihemed Bejûhî dema agirê di encama topbarana rejîma Îranê de bi daristanên Merîwanê ketî vedimirandin, di nava agirê daristan û topên rejîma Îranê de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. NAVENDA NÛÇEYAN
Berê jî 3 jîngeparêz
Hêjayî bi bîr xistinê ye, 25’ê Tebaxa 2018’an, çalakvanê mafê mirovan û jîngehparêzê navdar yê Rojhilat û Îranê Şerîf Bacwer, jîngeparêz Omêd Hisênzade, Rehmet Hekîm Niya, Mihemed Bejûhî dema agirê di encama topbarana rejîma Îranê de bi daristanên Merîwanê ketî vedimirandin, di nava agirê daristan û topên rejîma Îranê de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. NAVENDA NÛÇEYAN