Pêr saet 22:50’an çeteyên DAIŞ’ê li devera Zerge ya rojavayê navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddînê êrîş birin ser çeperên pêşmergeyan. Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de 3 pêşmerge şehîd bûn û 11 jî birîndar bûne.

Têkildarî êrîşê fermandarekî pêşmergeyan diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji çend aliyan ve êrîş birine ser Tabura yek a Tugaya pêşmergeyan û got: "Hêzên me bersiv dane êrîşan û piştî şerê saetekê êrîş hatin şikandin. Çeteyan bi roket û çekên giran ev êrîş pêk anîn. Êrîşeke pir dijwar bû. Ji ber wê dema ku hêzek ji Tugaya 11 ji bo alîkariyê diçû, mayînek bi wesayîta wan de teqiya. Ji ber wê jî sê pêşmerge şehîd bûn û 11 pêşmerge jî birîndar bûn.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN