Bernameyê sê rojan dewam kir, fotogir û dilxwazên fotoyan eleqeyeke baş nîşanî pêşangehê da. Beşdaran da zanîn ku wan ezmûnên xwe di van bernameyan de parve kir û gelek sûd jê wergirt.
Bi vî awayî Amedê ji bo cara sêyan malovaniya Rojên Wêneyan kir. Ev bername ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û DÎFAKê ve bi hêmaya “sînor” hate lidarxistin, ji der û hundirê welêt hunermendên fotoyan beşdarî tê de kirin, pêşangeh, panel û gotûbêj hatin lidarxistin.
Du diyanet li bin yek konê
Di roja dawîn a Rojên Fotoyan de doh li Hêwana Şanoyê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşangeh û gotûbêjên Binar Serdar, Aram Kerîm, Savaş Boyraz, Anush Babajanian, Stanley Grey pêk hatin. Binar Serdar ku ji Herêma Kurdistanê hat, di pêşangehê de behsa serhatiya fotoyên xwe kir. Binar di pêşangeha bi navê “di bin yek konê de du bawerî” behsa serpêhatiya malbateke xirîstiyan ku ji Kerkûkê hatiye û malbateke sunî ku ji Feluceyê hatiye dike.
Dîwarên stûr yên li derdora jiyanan jinan
Hunermend Anush Babajanian ku jiyana cuda cuda ya jinan wênandiye jî bi xebata xwe ya “li hundir” behsa serpêhatiya jinan dike. Anush da zanîn, dema berhevkirina projeyê û piştî wê gelek di bin bandora terzên xwederbirîna jinan de maye û got, “Dema xebatê ez pê hesiyam ku gava mirov jiyana jin tê de dide ber pirsan, dibîne ku li derdora wan gelek dîwarên stûr hene.” Anush Babajanian aşkere kir ku bi riya fotoyan wan gelek bernameyên perwerdeyê bo xurtkirina jinan li dar xistine.
‘Bi fotoyan kawdanan vediguhêzin’
Wênegirê Amerîkî Stanley Greene ku 25 salan karesat, bobelatên mirovahiyê kirine belge di axaftina xwe de behsa serpêhatiyên xwe kir û bi kurte serboriyên xwe beşdarên panelê dan gel xwe û li nav kawdanan gerandin.