
Şêniyên Kantona Efrînê cenaeya du têkoşerên Hêzên Erka xweparastine Fethî Bîlal û Hac Alî Selmo yên 30′yê mijdarê dema ku erka xwe ya parastine dikirin jiyana xwe ji dest dan, spartin axê. Girseyê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kombûn, cenazeya cangoriyan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Refîq bi rê ketin.
Şervanên Erka xwe parastinê bi gihîştina karwanê oxirkirina cangoriyan re dest bi torana leşkerî kirin. Fermandarê Erka xwe parastine Cîger Şêrawa axivî û got ku çete bi hedefa îradeya gelê me bişkînin êrîşî Kantonên dikin lê belê têkoşer û cangoriyên me destûr nadin vê yekê û bi fedayî canê xwe feda dikin.
Nasnameya herdû cangoriyan ji aliyê endama KPC′ê Medya Xelîl ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyên herdû têkoşeran spartin axê.
Bi sedan şêniyên navçeya Cindirêsê cenazeyê têkoşerê Erka xwe parastine Rodî Hebeş wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîd Seydo ve ketin rê.
Girseya gel gihîşte Goristanê û şervanên YPJ/YPG`ê toreneke leşkerî lidarxistin. Cegera Serokê Desteya Parastine û Erka xwe parastine Amed Kendal li pêşiya merasîmê axivî û wiha got: ʺ em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Bi têkoşîn û fedayîbûna cangoriyên me cîhanê bi giştî gelê Kurd naskirin. Divê em şopdarên rêça wan bin û xwedî li Şehîdên xwe derbikevinʺ.
Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Cindirêsê Hesen Berko axivî û got ku Şehîdên me pîroz in, wan her tiştê xwe ji bo parastina welatê xwe feda kirin.
Nasnameya Şehîd ji aliyê Endamê KPC′ê Îsa Berko ve hate xwendin, şêniyan dirûşmeyên ′Şehîd Namirin′ berz kirin û cenazeyê têkoşer spartin axê.
ANHA / EFRÎN