Di Bernameya Kurdî ya li ser WDR Cosmo de Celîl Kaya bi bijîşk Serhed Sonmez re li ser şewba koronayê peyivî. Di vê hevpêyvînê de wî bersiva pirsa ka çima daneyên Înstîtuya Robert-Koch û yên Zanîngeha John Hopkins hev nagirin. Serhed Sonmez dibêje, ya rastî herdu hejmar jî rast in. Pirsgirêka hevnegirtinê, ew disipêre çerxa gihiştina agahiyan a ber destê Robert-Koch. Zanîngeha John Hopskînê: “Ew hejmarên xwe ji malperên fermî digirin. Yanî ew diçin li ser malperên Gesundheitsamtê, hesabên Twitterên fermî yên bajaran û daneyên xwe ji wir digrin. Ji ber wê jî statîstîkên wan rojane ne. Hejmarên Robert-Koch-Institût jixwe rast in, lê dereng in.” Sedema derengmanê çi ye: “Em niha bêjin kesek here, xwe test bike û testa vîrusê pozîtîv derkeve. Divê ew laboratuwar, vê ragihîne Gesundheitsamtê (Meqamê tenduristiyê yê bajêr). Ew li ser malpera xwe diweşîne û dişîne Landesgesundheitsbehörde (meqamê eyaletê yê tenduristiyê). Heta ji hev re faksê dişînin, ew dîjîtal jî nîne. Yanî li eyaletekê çiqas bajar û bajarok hebin, giş agahiyên xwe dişînin wir. Paşê ew jî hejmarên xwe dişînin Robert-Koch-Institutê. RKI jî herro carekê agahiyê dide. Ji bo her gavê rojek yan dû roj derbas dibin.”
Çima hejmar zêde dibin tevî ku tevdîr tên girtin? Li gorî bijîşk Serhed Sonmez “Ji ber ku rewşa pandemî ye, ew hejmar hê jî diçe jor. Ew hejmarên ku em pê dihesin ne hejmarên nexweşên giran e. Di nav de pir kesên bêsemptom yan jî bi semptomên sivik hene. Wekî ez dibînim, ew tevdîrên li Elmanyayê heta niha baş têrê dikin.
Lê pirsgirêk jî hene. Pirsgirêk maske û çekên taybet heye. Yani çekên xweparastine ji bo hemşîreyan, ji bo bijîşkan, ji bo xebatkarên tenduristiyê. Ew bi rastî kêmasiyekekmezin e.”
Dawet û taziye wê demeke dirêj çênebin
Ew di warê kontrolkirina pandemiyê de bêhtir bi hêvî ye: “Ez dibêjim heger her tişt weke heta niha di bin kontrolê de bimîne… Û ez jî wisa difikirim. Vê çaxê Elmanya rewşa karantîna ji nû ve dinirxîne û em pêde pêde vedigerin jiyaneke normal. Lê civînên mezin, şahiyên mezin, lihevhatinên mezin ji bo demeke dirêj hîna çê nabin. Yanî ne taziye, ne jî dawet çêdibin.”
Rewş li Elmanyayê stabîl e
Ji bo sedemên kêmbûna rêjeya mirinê li Elmanyayê Serhed Sonmez dibêje, “Sedem pir in. Lê sedema herî mezin kapasîteya testkirinê ye. Li Elmanyayê krîterên testkirinê fireh in, em li vê derê kesên bi semptomên sivik jî test dikin. Û laboratiwarên vê derê êdî dikarin di hefteyekê de nîv milyon testî bikin.”
Ji bo kapasîteyên nexweşxaneyên Elmanyayê jî ew dibêje, “Rewşa li nexweşxaneyan niha pirr bi îstîqrar e û bêdeng e. Li Elmanyayê ji bo nexweşên giran nêzî 30 hezar ‘Intensivbett’ hene, yanî cihen taybet ji bo dermankirina nexweşên giran. [Niha] Rewşa nêzê 1200 kesên bi Covid19 ketine [li Elmanyayê] giran e û ew taybet tên dermankirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN