Li herêma Cizîrê li sêkoşeya Hesekê, Amûdê û Qamişlo li ser rêya navdewletî agir bi zeviyan ket û nêzî 30 hezar donim erd şewitî.

Şewat li gundê Sîxur ê bajarokê Çaxir Bazar ê navçeya Amûdê li ser rêya navdewletî di nava zeviyan de çêbû. Ji ber ba, şewatê bi lev belav bû. Tîma agirkujiyê ya navçeya Amûdê yekser berê xwe da cihê bûyerê da ku agir vemirîne. Lê ji ber bayê zêde nikaribû agir vemirîne. Agir gihîşt sêkoşeya Hesekê, Amûdê, Qamişlo û depoyên genim ê gundê Kebeka.

Tîmên agirkujiyê ku ji 40 erebeyên agirkujiyê pêk dihat, bi hevkariya şêniyan û hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî ku nêzî 30 hezar donim erd şewitî, wan agir vemirand.

Ev ne cara yekê ye ku li herêma Cizîrê agir bi zeviyan dikeve. Ji destpêka dema çinînê ve bi deh hezaran zevî şewitîn. Şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin, şewat ne ji ber xwe çê dibe, destê veşarî li pey vê yekê heye. Armanca wan ew e ku derbê li aboriya herêmê û ewlehiya wê bixin.

 

ANHA /QAMIŞLO