Gerîlayên HPG û YJA STARê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê çalakî lidar xistin. Di encamê de 25 leşker hatin kuştin. Di çalakiya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo de jî li Qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk de 6 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG û YJA STARê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê çalakî lidar xistin. Di encamê de 25 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me di arçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;
21’ê Adarê li ser rêya qereqola Kozîlî ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê, hêzên me li wesayiteke zirxî ya tîpa Kîrpî reşandin ku li dewriyeyê digeriya. Ji ber ku derbên giran lê ket wesayit teqiya û bi temamî îmha bû. Li dijî yekîneyên dijmin ên ji bo destwerdanê hatin cihê bûyerê 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin. Di encama van çalakiyan de 24 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.
17’ê Adarê li dijî leşkerên li girê Ewlekariyê yê qereqola Vedat Ozkaya ya li navçeya Bazîdê çalakiyek hate kirin. Di çalakiya sûîqestê de leşkerek hate kuştin.
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;
20’ê Adarê saet di 17:30’î de balafirên şer girên Suleyman û Kartal ên Avaşînê, qada Goşîne ya herêma Xakurkê û derdora Çemê Zê yê herêma Zê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”
Li Amêdiyê 6 leşker hatin kuştin
Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ragihand ku di çalakiya li dijî Qereqola Kanî Masî ya girêdayî artêşa Tirk a li navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê de 6 leşker hatine kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo têkildarî çalakiya li dijî Qereqola Kanî Masya ev agahî dan:
“19’ê Adarê saet li derdora 18:00’an Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo Qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a li navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê ya Başûrê Kurdistanê kirin hedef. Yekîneya me kon, çeper û kozikên li qereqolê kirin edef û di vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Ev çalakî ji bo tolhilîna ji êrîşên li dijî zarokên gelê me yên Êzidî hatiye kirin. Heta ku êrişên dewleta Tirk a faşîst-mêtinger a li ser sivîlên Şengalê dom bike, wê bersiva yekîneyên me bidome û wê çalakiyên wiha tolhilînê dewam bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN