Li gor daxuyaniyê li eniya rojhilat li ser xeta sînor, li hemberî komên çete ku xwestin pêşvebiçin rêze çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de qasî ku hat tesbîtkirin 5 çete hatin kuştin. Her wiha li başûrrojhilatê bajêr, li hemberî koma çete ku li ser rêya Helincê bi cih bûye rêzeçalakî pêk hat. YPG ragihand ku di van çalakiyan de 2 wesayit û motorsîkletek hatiye têkşikandin û 9 çete hatine kuştin.
YPG ragihand ku li eniya başûr jî bi roj û bi şev di navbera hêzên wan û komên çete de şerê dijwar pêk hat û di vî şerî de bi qasî ku hat tesbîtkirin yek jê emîr ango serokçete bi tevahî 6 çete hatin kuştin. Her wiha hêzên YPG li hemberî komên çete li nêzikî gundê Minazê yê li rojavayê Kobanê bi cih bûne çalakî pêk anîn 11 çete hatin kuştin.
Girê Miştenûr rizgar bû
YPG’ê ragihand ku girê Miştenûrê ji destê çeteyên DAIŞ derxistine û niha dibin kontrola şervanên YPG’ê deye. Girê Miştenûr ku li ser sînor e, dibin destê çeteyên DAIŞ debû. Miştenûr girekî stratejîke û niha di kontrola şervanên YPG’ê de ye.
KOBANÊ