Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Kantona Kobanê de, gundên Bexdikê û Îdaniyê hatin rizgarkirin. Em jî wekî rojnamevan vê operasyonê dişopînin. Lê demeke kurt piştî rizgarkirinê çeteyan êrîş pêk anîn.

26`ê Sibata 2015`an, seat 05.00 bû. Em li gundê eniya rojhilatê Kobanê li gundên Bexdik û Îdaniyê ne.

Gund nû hatibûn rizgarkirin. Şervanan cihên xwe saxlem kiribûn û li benda perspektîfa pêşveçûnê bûn. Lê vê carê wisa çênebû. Seat ber bi 05.00`ê sibehê ve. Tîrêjên rojê nû xwe diavêtin der. Mijê xwe dabû her derê û zêde tiştek nedihat dîtin. Çete li dora gund dihatin û diçûn, liv û tevgera wan zêde bûbû. Lê parêzvanên gund ji ber mijê bi wan nehesiyabûn.


Hatina bi dizî ya çeteyan

Li gundê Bexdikê çete bi dizî xwe nêzî kozikên şervanan dikin û her ku diçe nêz dibin, tiştek nemaye bigihêjin çepera yekemîn a li aliyê bakur rojhilatê gund. Lê Şîn a Amedî ya nobedar bi nêzîkbûna wan dihise û dibêje, “Heval çete nêz in, hişyar bin”. Lê êdî îmkana gaveke şaş nemaye. Diviyabû her kes haydar be. Heya şervan şiyar dibin û cihê xwe digirin, Şîn bi tena serê xwe li ser banê malekê li ber xwe dide. Heya digihîje şehadetê. Li wir şer giran dibe. Şervanên di wê çeperê de noqteyên dora xwe agahdar dikin ku li gel wan şer heye û çeteyan êrîş kiriye. Lê bersiva ku li hemu noqteyên gund êrîş pêk hatine û ew jî di dorpêçê de ne.


Dor li 2 koman hat girtin

Komên fermandarên YPG’ê Metîn û Sadiq jî bi yek metre li pêş li gundê Îdaniyê bûn. Çeteyan ew herdu kom jî derbas kiribûn û bi hejmareke mezin êrişî gundê Îdaniya mezin kirin. Şervan li ber xwe didin heyanî ku cebilxane namîne. Piştî ku cebilxane namîne şervan neçar dimîmin ku paşve vekişin û ji gundê Îdaniyê ê mezin derkevin. Lê herdu komên din di nava çeteyan de dimînin, yan çeteyan ew ne dîtibûn an jî ji wan be ku hevalên wan in. Ew herdu kom dorpêçkirî dimînin.


Şer giran bû

Heta wê kêliyê hîn şer dewam dikir, şervanên YPG/YPJ`ê hîna di asta xweparastinê de ne. Şer pirr giran e çete û şervan ketin nava hev de. Piştî opersyona duyemîn a rizgarkirina bejahiya herêma Kobanê cara yekemîn e ku çeteyên DAIŞ`ê bi hejmareke mezin û çekên giran êrîş dikin. Derdora saet  10.00’an de 2 erebeyên doçka yên 14.5 ketin hundirê gund. Di nav bera çete û şervanan de şerekî wekî yê navenda bajarê Kobanê hebû. Bi tenê dîwarek mabû, şerê herî giran li gundê Bexdikê bû. Çeteyan bi hemû hêza xwe êrişî gundê Bexdikê kir. Şervanan got, koma yekemîn a çeteyan zêdetirî 30 kesan bû û bi aşkerayî êriş dikirin û xwe nediparastin, lê şervanan ew kom hemû îmha kirin.

Koma şervanê YPG`ê Fedekar Kobanê ku ji 6 kesan pêk dihat, beriya rojekê wekî hêza alîkar çûbûn gundê Cezaayê yê ku li eniya başûrê herêma Kobanê ye. Piştî ku bihistin şer li giran e vegeriyan û cebilxane ji şervanan re anîn û bi lez xwe gihandin Bexdikê. Saet di 13.00`an de şervanan ji nû ve dest bi operesyonê kir. Fedekar û hevalên xwe ji jora gundê Bexdikê xwe berdan û ketin dibistana gund, çeteyan jî bi hejmareke ne normal êriş kir. Saet di 19.00`an de herdu komên ku di nava çeteyan de mabûn, ji çemberê derketin û xwe gihandin hevalên xwe.

Çeteyan terzê xwe yê êrişkirinê di dawiyê de guhert, bi tenê ji yek noqteyê şervanên YPG’ê gulebaran dikirin. Lê li noqteyeke din jî bêdeng diman heta ku şervan êrişî wir dikin, dema ku şervan êrişî wê nuqteyê dikin ew di ya dîtir re şervanan gulebaran dikin. Lê ev rêbaz jî li pêşiya şervanan nebû asteng. Operesyonê heta saet 01.00`an, ango nîvê şevê dewam kir. Di encama şerê giran de çete dîsa têk çûn û ji gund hatin derxistin. Li gorî şervanên YPG’ê, hejmara kuştiyên çeteyan gelekî zêde bû.


2 çeteyên dawî

Roja din ango 27’ê Sibatê serê sibehê saet di 07.00`an de şervanên YPG`ê ji nû ve gund kontrol kirin û ferq kirin ku hîn 2 çete di gund de mane, lê nizanin ku li ku derê ne. Şervan yekî dibînin û wî dikujin. Lê yê din ji nişkava dikeve hundirê dibistanê. Di wê kêliyê de jî Fermandara YPJ`ê Sorxwîn û 2 şervanên din jî ji dibistanê derdiketin. Dema rastî hev tên, çete bi dengekî bilind dibêje “Elah û Ekber” û bombayekê davêje şervanan, lê tu zirar nagihêje wan. Li ser vê yekê şervanekî çete gulebaran kir û ew kuşt.


DÎCLE MÛSA/KOBANÊ