Xelk rojiyê 30 rojî digirin. Êvara jî difitirin û paşîvan dixwin. Lê rojîgirek heye 320 roj in ne difitire û ne jî paşîvan dixwe. Ew azadîxwaz e. Em qala İbrahim Gökçek dikin. Endamê Koma Muzîkê ya Yorumê. Ew tenê dixwaze qedexeya li ser komê were rakirin û endamên wê yên girtî bêne berdan. Hevseroka KCD'ê û parlementeta HDPê Leyla Guvenê jî xwest rêveberiya AKPê dengê wan bibihîse û endamên komê berde û Îbrahîm nemire. Leylayê weha got: "Merkelê xwest, we berda, Trump xwest we berda û niha jî em dixwazin. Endamên komê berdin û bila Îbrahîm bijî." Endama Koma Yorumê Hêlîn Bolek jî di rojiya mirinê roja 288an de can dabû.