Li bajarên Elmanyayê Limburg şehîdên doza Tevgera Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn.
Li Limburgê Heval Xoce (Omer Çager) ê 22´yê Çile li Gottingenê wefat kir, bi çalakiyekê hat bibîranîn. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Limburgê çalakî organîze kir. Di çalakiyê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîd û Windakiriya (KOMAW) M. Emin Yıldız peyivî û got, “Heval Xoce jiyana xwe ya 35 salan bi temamî ji bo miletê xwe kar kir. Em jî weke milet, divê xwedî li şehîdên xwe derkevin, xasma jî li Heval Xoce. Divê em malbat jî rêxistibûna xwe xurt bikin. Heger di bin banê KOMAW´ê de em tifaqeke xurt ava bikin, dijmin nikare di ser malbatan re dek û dolaban bigerîne. Xeta şehîdên me ji bo me pîvana erê û nayê ye, awayê jiyanê ye.”
Piştî ku biyografiya Heval Xoce hat xwendin, keça wî Munîse Çager peyivî: “35 salan ew ji bo miletê xwe têkoşiya. Ez minetdarê wî me têkoşîneke wisa ji me re weke mîras hişt.” Wê behsa anektodekê jî kir û got, “Carekê, birayê min pirsîbû, wexta welat azad bû tu wê çi bikî, wî jî gotibû, ez ê li cihekî din ji bo miletên ji bo azadiyê têdikoşin, têbikoşim.”
Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) Munevver Altunişik jî peyivî û paşê sînevîzyonek li ser jiyana Heval Xoce hat nîşandan.
LIMBURG