Êrîşa çeteyan rastî bersiva YPG’ê hat û di encamê de pevçûn rûdan. Di van pevçûnan de heta niha 36 çete hatine kuştin. pevçûn hê jî didomin. Nûçegihanên ANHA’yê yên li eniya şer ên Kobanê ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê saet di 15.00’an de bi 10 kesên xwekuj û çend wesayîtên bombebarkirî êrîşî eniya başûr-rojavayê ya berxwedanê Kobanê kirin.


Çalakiyên xwe kujiyê

Li aliyê din şervanên YPG’ê bersiveke tund dane çeteyan û li nêzî rêya 48, derdora dibistana Muhdestê (dibistana Reş), Taxa Şehîd Moro û Taxa şehîd Kawa pevçûnên dijwar rû dan. Her wiha wesayîteke bombebarkirî ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate teqandin û li aliyê din 10 çeteyan xwe teqandin. Di encama bersiva şervanên YPG’ê de pevçûnên dijwar rû dan. Hat ragihandin ku heta niha 36 çete hatine kuştin û gelek cenazeyên wan hê jî li erdê ne û cenazeyê 5 çeteyan di destên şervanan de ne.
Dîsa hat diyarkirin ku çeteyan li her sê eniyên rojhilat, rojhilat-başûr û başûr di heman dema pevçûnan de, agir berdane malên welatiyan. 

ANHA/KOBANÊ