
Bi sedan ciwanên Reqayê piştî ku perwerdeya xwe bi dawî kirin, tevlî hemleya Xezeba Firatê bûn.
Li Akademiya Şehîd Ezîz dewreya perwerde ya Şehîd Lîs Ata Ellah El-Xabûr ku 366 ciwan ji hemû pêkhateyên Reqayê tevlî bibûn, bi şahiyekê bi dawî bû.
Di şahiyê de, Mîralay Telal Silo û Fermandarên hemleya Xezeba Firatê amade bûn.
Di şahiyê de Endamê Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Ebdulqadir Hivêdlî axivî, bidawîbûna dewreyê li Endaman pîroz kir û wiha peyivî: “Me bi vîn û moralekî bilind dest bi pêvajoya duyemîn a hemleya Xezeba Firatê kir. Hemle serkeftî pêşve diçeʺ.
Şervan weke 7 tabûran (tabûra şehîd Rûstem, Şehîd Tehsîn, Şehîd Hesen, Şehîd Bîlal, Şehîd Zagros, Şehîd Bahoz û Şehîd Adil) xwe birêxistin kirin û tevlî hemleya Xezeba Firatê bûn.
Şehîd Leyîs Ata Ellah El-Xabûr (Mehmûd Til-Koçer) di hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya rizgar kirina Reqqayê şehîd bû.