
Li Akademiya Eskerî û Siyasî ya Şehîd Ezîz Ereb ya li Eyn Îsa, dewreya duyemîn a fermandaran ku bi beşdarbûna 38 fermandarên QSD’ê hate lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû.
Dewreya perwerdeyê ku bi navê “Şehîd Egîd Hesekê” hatibû vekirin, 2 mehan dewam kir. Di dewreyê de waneyên siyasî, eskerî, dersên derbarê kesayeta fermandar û sîstema eskerî de hatin dayîn. Di merasîma dawîkirina dewreyê de, Berdevka Fermî ya pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdulla, hejmarek fermandar û şervanên QSD´ê amade bûn.
Endamê fermandar ê QSD´ê Heqî Kobanê bidawîbûna dewreya perwerdeyê li hemû fermandaran pîroz kir û got, ew vê dewreyê diyarî şehîd Ebû Emced û hemû şehîdên şoreşê dikin.
Beşdarên dewreyê sonda şopandina xeta şehîdan û pêkanîna erka xwe xwar.
ANHA / EYN ÎSA