Ev îdîa di nûçeyên Radyoya NDR Info û rojnameya Suddeutsche Zeitung (SZ) de hatin weşandin, ji aliyê Partiya Çep a Elman (Die Linke) ve weke pêşniyarpirsekê li parlemanê hat pêşkêşkirin û bersiv jê re hat dayîn. Li gorî bersiva ku hikûmetê bi hinceta 'veşartî' ye kitekitên dosyayê eşkere nekirin, û got ji bo biçekbûyînê ji sala 2010'an û vir ve 390 mîlyon euro li lêkolînê hatine xerckirin. Ji bo van lêkolînan hikûmetê, zêdeyî 700 îhale dane zanîngeh û saziyên lêkolînê. Li gorî nûçeyê, dema ev yek bi lêçûnên ji bo lêkolînên biçekbûyînê yên navbera salên 2000-2010'an de hatine kirin werin beramberî hev kirin, tê dîtin ku mesref du caran zêde bûne.  NDR Info û SZ dibêjin, zanyar li ser navê hikûmeta Elman li ser balafirên şer ên bêmirov, muhîmmatên eskerî û robotên şer lêkolînan dikin. Balkêş e ku di bersiva hikûmetê ya ji bo pêşniyarpirsa Die Linke de, gelek pirs bi hinceta 'berjewendiyên ewlekariya neteweyî' bê bersiv hatin hiştin. Nûçe radigihîne ku Wezareta Parastinê ya Elman, nexwestiye xwe nêzî bersivdayîna li pirsê bike. Li gorî nûçeyan hikûmeta Elman ji sala 2010'an û vir ve îhaleyên bi 28 mîlyon euroyî daye zanîngehan û yên bi 360 mîlyon euroyî jî daye saziyên lêkolînê.  

BERLIN