Fermandariyan diyar kirin ku li heman taxê çalakiyeke din a sûîqestê hatiye kirin û gotin, "Di encama van çalakiyan de 2 çete hatine kuştin.  Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: " 21'ê Çile li hemberî çeteyan li derdora taxa Sûka Jêr hêzên me yên gerîla sê çalakiyên sûîqestê lidar xistine. Di van çalakiyan de 3 çete birîndar bûne. 21'ê Çile dîsa li hemberî çeteyên li navenda bajarê Şengalê bicih bûn çalakiyeke sûîqestê hat kirin. Di encama çalakiyên sûîqestê yên tevahiya şevê de 2 çete hatine kuştin, 3 çete jî birîndar bûne."


Du gerîla jiyana xwe ji dest dan

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê nasnameya 2 gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dan aşkera kirin û ev agahî dan: "Rêhevalên me Bîrgul Çelîk bi nasnav Edesa Girêsor û Başar Alagoz bi nasnav Areş Engîzek, li pêşberî vê wezîfeya dîrokî ya azadkirina gelê me yê li Şengalê, ji destpêkê ve bi fedekariyeke mezin xwedî li wezîfeya xwe derketine, bi giranî birîndar bûn û piştre şehîd ketin. Hevala Edesa jî ruhê milîtaniyê derxist holê, temsîliyeta bêsînor a YJA Star kir."  Agahiyên derbarê her du gerîlayan de wiha ye: Bîrgul Çelîk bi nasnav Edesa Girêsor, li Mêrsînê ji dayik bûye, di 17'ê Çile ya 2015'n de li Şengalê jiyana xwe ji dest da. Başar Alagoz bi nasnav Argeş Engîzek, li Mereş/Elbîstanê ji dayik bûye, di 2'ê Mijdara 2014'an de li Şengalê jiyana xwe ji dest da. 

 ROJNEWS/ŞENGAL