Gundên Caber ê Rojhilat û Caber ê Rojava, ku di Pêngava Xezeba Firatê de hatin rizgarkirin, bûn hedefa êrîşên çeteyan. Şervanên Odeya Çalakiyê ev êrîşên çeteyan têk birin. Di şer de 49 çete hatin kuştin.
Di pêngava duyemîn a hemleya Xezeba Firatê de li başur-rojavayê Eyn Îsa çar gund hatin rizgarkirin. Li gor ANHA’yê şervanên Xezeba Firatê di her du baskên bajarokê Til Semen ku 12 km dikeve başurê Eyn Îsa 17 km pêşketine û erdîngariyeke berfereh ji çeteyên DAIŞ`ê rizagar kirin.
Di şerê pêr êvarê de li baskê Til Semen çar wargehhatin rizgarkirin. Di şerê di wan gundan de 8 çeteyên DAIŞ hatin kuştin û miqdarek cebilxane kete destê şervanan.
49 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ’ê berî sê rojan bi hêzeke mezin û bi çekên giran êrîşî gundên Caber ê Rojhilat û Caber ê Rojava yên li nêzî Çemê Firatê kirin. Şervanên Odeya Çalakiyê di cih de bersiv dan êrîşan û şerekî dijwar qewimî. Sê rojan şerê li van her du gundan bê navber dewam dikin. Doh danê vê sibehê saet di 08:25’an de êrîşên çeteyan bi temamî hatin têkbirin. Di vî şerî de 49 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.Çeteyan gelek alavên leşkerî li dû xwe hiştin û reviyan.
REQA