Li Qeredax a ser bi Silêmaniyê, li devera bi navê Derbedî Gewr ji serdema Akadiyan rolyefek li ser çiyê hatiye niqirandin ku li gorî lêkolînan 2250 salan beriya mîladê hatiye çêkirin. Ew rolyef jî li gorî gelekan yê Naram Sin e ku hingê melikê Akadiyan bûye. Rolyef qederê 3 metroyan bilind e. Melikê resmê wî li çiyê niqirandî weke şervanekî serketî ku di bin piyên wî de cendekên 2 dijminên wî heye, hatiye sêwirandin. Li gorî kesên dibêjin ev rolyefê Naram Sin e, gelekî muhtemel e ku ev resm ji bo serktina sefera eskerî ya Akadiyan li dijî Lullubiyan û melikê wan Satunî hatibe niqirandin. Em dizanin ku di serdema Sumeriyan a nû de jî 9 sefer li dijî van erdan ku welatê Lulubiyan bû, hatine kirin. Bi her halî Haşim Hema Ebdullah ku rêveberê muzeya Silêmaniyê ye, dibêje, bêhtir muhtemel e ku ev rolyefê melikekî herêmî yên wê serdemê be. Kîjanî dibe bila bibe, ev dewlemendiyeke devera Silmêaniyê ye ku divê baş bê parastin.
SILÊMANÎ