NEJBÎR OSMAN/ÎSAM ABDULLAH / ANHA/QAMIŞLO

Li derdora 4 hezar û 500 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê di deriyê Sêmalka re vegeriyan warên xwe.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, dest bi qirkirinê û guhertina demografiyê kir. Ji ber vê, bi hezaran sivîl koçber bûn

Li ser vê, sivîl neçar man berê xwe bidin Başûrê Kuristanê û li kampa Berdereş bi cih bibin. Lê piştî ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kamp ji koçberan re vekir, tevî êrişên artêşa Tirk didomin, koçberên li Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojava.

Lewma rêveberiya deriyê Sêmalka û Fîş Xabûr di hefteyekê de 2 roj ji bo derbasbûna koçberan veqetandin.

Di vê mijarê de berpirsên têkiliyên deriyê Sêmalkayê Baz Ehmed got: “Nêzî 4 hezar û 500 koçberên li kampa Berdereş a Başûrê Kurdistanê vegeriyan bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.