Mehmet Kadrî Oden ê ku ji Selahattîn Demîrtaş re name şand, 4 mehan zêdetir di girtîgehê de hiştin.
Mehmet Kadrî Oden ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, 14’ê Tîrmehê ji namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re, ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrne dimîne, name şandibû. Li ser vê yekê, rêveberiya girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin.
Seroktiya Desteya Disîplînê gotinên Oden ku gotibû hurmeta wî ji Demîrtaş re heye, xwe û wî mîna “sûcdarê terorê” nabîne, kire sûc. Her wiha gotina, ciwanên Tirk û Kurd ên di nameye de, mîna ‘‘têgînên cihêkar’’ hatin dîtin û sûc hatin qebûlkirin.
Rêveberiya girtîgehê ku li gorî biryara Desteya Disîplînê înfaz dayî rawestandin, dema girtîbûnê ya Oden 4 mehan dirêj kir. Oden ku ji girtîgeha vekirî şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, li şûna ku Îlona 2017’an bihata berdan, Çileyê 2018’an hate berdan.
Oden li dijî biryarê helwêst nîşan da û got, “ez ê dîsa binivîsim.”
AMED