Li paytexta Swêdê Stockholmê bi şahiyekê 70’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 15’emîn salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de gelek siyasetvan û endamên rêxsitinên cuda yên netewe û hindikahiyên ji Îranê beşdar bûn û peyamên xwe parve kirin. Rêxistin û partiyan berxwedana gelê Kurd, nexasim jî berxwedana bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê silav kir.

Rojeke pirr watedar û pîroz e

Hevserokê PJAK’ê yê berê Hecî Ehmedî got, “Ev roj ji bo gelê Kurd, bi taybet ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê rojeke pir watedar û pîroz e, ev roj rojeke ku gelê me bi cîhanê da nasandin. Di heman demê de beriya 15 salan PJAK jî hate damezrandin ku îro em dibînin di bin raman û felsefeya Rêber Apo de îro li ser çiyayên Kurdistanê bi hezaran gerîlayên wê hene ku li dijî komara xwînxar a Îranê têdikoşin.”

Li berxwedanê xwedî derkevin

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî got, “Îro li ber çavê tevayî cîhanê dewleta faşîst a Tirk ji bo Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakûrê Kurdistanê bûye xeteriyeke herî mezin. Ji ber vê yêkê, ne bi çavekî hizbayetî û partiyetî, bi awayekî giştî, bi rihekî kurdayetî pêwîst e her kes xwedî li van girêvên birçîbûnê derkeve û bi her awayî vê çalakiya Leyla Guven û hevrêyên wê, were geşkirin.”

 

ANF/STOCKHOLM