Romana "Serencama Mirinekê " a Gabrîel Garcîa Marquez ku yek ji mezintirîn nivîskarên cîhanê ên heta îroyîn e bi saya Weşanxaneya Lîsê û wergerwaniya Ciwanmerd Kulekî, ji niha ve cihê xwe yê yekta digire di nav wergerên ji wêjeya cîhanê de. Roman behsa mirinekê ku ji bilî kuştiyê wê her kes pê dizane ku dê biqewime dike. Her wiha "Çîrokên Dubliniyan" a James Joyce ji zimanê îngilizî, "Beriya Şewitî" a Juan Rulfo ji Spanyolî jî ji hêla Ciwanmerd Kulek hatiye wergerandin. "Çîrokên Dubliniyan" nimûneyên yekemîn vedihewîne ji berhemdariya James Joyse e û berhemên Joyse hê jî seraqet mijara rexne, şîrove, guftûgo û analîzan e. "Beriya Şewitî" jî berhevoka hemû çîrokên Juan Rulfo, yek ji girîngtirîn nûnerên wêjeya Meksîkayî ye.
Ev pirtûk ji zimanê resen hatiye wergerandin.
"Komediya Mirovahiyê" a William Saroyan jî bi wergervaniya bi serkeftî ya Aydin Rengîn ji bo xwendevanan hatiye amadekirin û li pirtûkxaneya Kurdî dewlementtir dike. "Komediya Mirovahiyê" yekem romana Saroyan e ku ev roman behsa malbateke Amerikî ya di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de vedibêje.
AMED